01:12 19 Çile 2017
Zindî
    Wezîra derve ya Awstirlaiyayê Julie Bishop

    Australiya û Îran zanyariyên derbarê têrorîzmê bihevbiguherin

    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1002

    Weşana `The Australiyan` li ser zimanê wezîra derve ya Australiyayê Julie Bishop ku serdana Tehranê kir, ragihand ku ajansên saloxgêrî yên Austarliya û Îranê wê zanyariyên derbarê têrorîzmê bihevbiguherin.

    Wek Bishop dibêje, zanyariyên pir baş derbarê pirsên ewledariyê li Rojhilata Navîn li ba îranyan hene.

    Wek wezîra derve bibîranî, hinek australiyên ciwan çûne Sûryê û Îraqê jibo li aliyê çekdarên DAÎŞê şer bikin. Bishop û serokê Îranê Hasan Rûhanî bernamên jibo qedexekirna

    tevlîbûna ciwanan li DAÎŞ giftûgokirin.

    Berya demekê hat ragihandin ku çend ciwanên ku hewldidan ber bi Sûryê ve biçin jibo tevlî çekdarên DAÎŞ bibin,  li wîlayetên Minnesot û Kalifornya hatin girtin.

    Dadgeha bilind ya Rûsyayê DAÎŞ wek rêxistinek têrorîstî naskirye û tevgera wê li xaka welêt bi awakî fermî qedexekirye. 

    Bi heman mijarî:

    Îran piştî S-300`an dikare S-400 û `Antey-2500`an jî bikire
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Îran amadekarîyên rabûna ambargoyan dike
    Etîketan:
    Îran, Awistralya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de