09:54 23 Gulan 2017
Zindî
    Koçberên qaçax

    Karesata koçberan: Bi sedan kes fetisîn

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1211

    Keştiya ji 700 koçberên qaçax ku ji Afrîkayê diçû Ewropayê, duh bi şev dema hewl dida ji Lîbyayê xwe bigihîne Îtalyayê binav bû. Piraniya koçberên di keştiya binav bû de, nehatin dîtin.

    Rojnameya Times of Malta ya ji navenda Maltayê ragihand ku keştiya ji nêzî 700 koçberên qaçax, duh bi şev 193 kîlometre dûrî girava Lampedûsa ya Îtalyayê binav bû. Hat ragihandin ku her çend 28 kes hatibin rizgarkirin jî gelek cesed li peravên Lîbyayê hatine dîtin. Tê gotin ku dema keştiyek di ber keştiya koçberan re derbas dibû, koçber ji bo balê nekişînin xwe daniye aliyekî keştiyê û ev yek bûye sedema binavbûna keştiyê. Li herêmê rewşa lezgîn hat îlankirin û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

    Ji meha Çileyê û vir ve hejmara koçberên hewl dan bi rêya deryayê xwe bigihînin Îtalyayê lê jiyana xwe ji dest dan, 1500 derbas kir. Roja Duşemê jî ji ber binavbûna keştiyeke penaberan a ji Lîbyayê diçû Îtalyayê, zarok jî di nav de herî kêm 400 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de