20:16 29 Gulan 2017
Zindî
    Zeviya efyonê

    Tacîkistan li hember narkotîka Efxanistanê li ber xwe dide

    © Flickr/ United Nations Photo
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 601

    Li Tacîkistanê komeke mezin a çeteyên narkotîkê hat têkşikandin. Hêzên ewlekariya Tacîkistanê şeş kes desteser kir. Ev koma çeteyan veguhastina narkotîkan ji Efxanistanê bi Tacîkistan û paşê ji bi Rûsyayê pêk dianî.

    Di operasyona taybet a antî narkotîkê de yekser  hêzên çend saziyên ewlekariyê beşdarî kir.  Di encamê de li başûrê Tacîkistanê 14 kîlo narkitîk, ku efyon jî di nav de hebû, hat desteserkirin û şeş kes hat girtin.  Di nava wan de welatiyekî Efxanistanê yê 20 salî jî heye.  Ev yek   nîşan dide ku ev kom, çeteyeke navneteweyî ye û xuyaye, di ser `guzergeha bakûr` a trafîka narkotîka efxanî re kar dike.  Ev riya tranzît a bazirganên narkotîkê, ji Asya Navendî derbasî Rûsyayê û ji wê derê jî derbasî Ewrûpayê dibe.  Serokê Ajansa Kontrolkirina Narkotîkan a Tacîkistanê general Rustem Nezerov hûriyên vê guzergahê  ji Spûtnîkê re vegot:

    "Da ku narkotîk bigihêje destê mezêxerên dawî, divê ew ji erdê çendîn dewleta re derbas bibe. `Guzergeha bakûr` ji wan dewletan re derbas dibe, ku cîranê Efxanistanê ne: Ozbekistan, Tirkmenistan û Tacîkistan. Û rê paşê jî, bi ser Kazakistanê re derbasî Rûsyayê dibe".

    Ji bo aşkerekirina tevaya tora vê koma çeteyan, polîsê narkotîkê yê Tacîkistanê hevkariya bi hemkarên xwe yên li dwletên din jî dike, di serî de jî, yên Efxanistanê.  General Rustem Nezerov dibêje, rewşa narkotîk a li Asya navendî bi giştî bi rewşa Efxanistana cîran re girêdayî ye:

    "Di wan salên dawî de li Efxanistanê rêjeya çandina xaşxaş  û hilberîna efyonê her ku diçe bilintir dibe. Ji bilî wê, îro çandina narkotîkên ji cinsa kinifan jî  belav dibe.  Bê guman, ev yek jî bandor li pêşveçûna rewşa narkotîka  ne tenê Tacîkistanê, belkî li hemû wan dewletan dike ku cîrana Efxanistanê ne, an jî mezêxerên dawî yên narkotîka Efxanî ne". 

    Li gorî daneyên NY, par li Efxanistanê di hilberîna narkotîkan de rekor hatiya şikandin. Çavdêrên navneteweyî tekez dikin ku cotyarên efxan zêdetirî ji 6 hezar 500 kîlo efyona xam kom kiriye.  Ji ewqas efyonê jî, nêzîkî 900 ton eroyîn dikare bê hilberandin.  

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de