18:38 27 Gulan 2017
Zindî
    Li Efxanistanê êrîşa întîharî

    Li Afganîstanê êrişa xwekujî: 33 mirî

    © AFP 2017/ Omar Sobhani
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1602

    Li bajarê Celalabad yê Afganîstanê li hember bankayeke êrişeke xwekujî pêk hat, herî kêm 33 kesan jiyana xwe ji dest da


    Rêvebirê Asayişa Herêma Nangarhar Fazil Ehmed Sherzad derbarê bûyerî de daxuyanî da û diyar kir ku li bajarê Celalabad yê Afganîstanê li hember bankayeke ku wezîfedarên gelemperiyê û leşker meaşên xwe jê digirin êrişeke xwekujî pêk hat, herî kêm 33 kesan jiyana xwe ji dest da.
    Hat ragihandin di êrişa xwekujî ya bi motorsîkletekê piştî teqîn bombeyeke neteqiyaye ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye dîtin û tinekirin.
    Di êrîşa ku zêdetirî 100 kes birîndar jî bûne, di nav miriyan de jin û zarok jî hene.
    Serokomarê Afganîstanê Eşref Ganî derbarê bûyerê de daxuyanî da, bûyer wek, 'çalakiyeke terorê ya tirsonek û qirêj' bi nav kir.
    Hat gotin der heqê bûyerê de li herêmê lêkolînek berfireh hat dest pê kirin.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de