18:17 29 Gulan 2017
Zindî
    Koma Hacker

    DYA di şerê bi hakeran re têk diçe?

    © Flickr/ Ivan David Gomez Arce
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1311

    Tirs û panîka ji ber êrişên sîber, niha li DYA`yê trenda sereke ye.

    DYA bi `Gelîyê Slîkonê` yê programîstên herî baş ên cîhanê di nav xwe de dihewîne, dibe cangorîya teknolojîyên bilind. Pisporên amerîkî piştî li ser lêkolînên sîstema elektronîk a Boeing`ê, ku yek ji balafirên herî pêşketî ên cîhanê ye, hatin li ser wê encamê, ku korsanên kompûteran dikarin yekser êrişê balafirên herî hevdem bikin. Li gor nêrîna pisporan, haker dikarin sîstemên kompûter û navîgasyonên balafiran manîpûle bikin. Lê, ya herî giring ew e, ku haker dikarin fermanên kujende jî bidin pîlotan. Ji ber ku teknîka hewayî ya hevdem bi awayeke kûr entegreyê înternetê hatîye kirin. Lê balafirên kevin xwedî sîstemên rêvebirîyê yên îzolekirî ne. Ew yek jî rîska êrişên hakeran ji holê radike. Pisporan di sîstemên elektronîk ên balafirên nû de tu kêmasî peyda nekirin. Lê, rîska êrişên sîber gelek bilind e. Ew yek jî bûye tirsa bi milyonan rêwîyan.

    Lê, bêy metirsîyên ji hewayî, xebata Ajansa Ewlekarîya Neteweyî û hêzên din ên ewlekarîyê zêdetir dibin. Cîgirê serokê Pentagonê yê kar û barên ewlekarîyê Erik Rozenbak ragihand, ku Waşîngton dikare di hola ferazî de êrişên sîber li dijminan bike, lê nikare xwe ji heman êrişan biparêze. Ango, wek merengozê bê der! Ji bo çareserkirina wê problemê, rêvebirîya DYA`yê plan dike kadroyên nû peyda bike. Kadroyên herî baş wê hakeran bişopînin. Elbet ji bo pêkanîna wan erkan, gereke bûtçeyên dahêreyên têkildar  jî bêne zêdekirin. Ew yek jî tişteke wisa tîne bîra mirov, dibe ku bi zanebûn zengila hawarê tê lêxistin, ku pereyên zêdetir ji wan re bête cudakirin. Bûyerên bi wî awayî li DYA`yê gelek caran qewimî ne.

    Li gor ragihandina çapemenîya amerîkî, demek berî niha tora kompûteran a Mala Spî û Departamante Dewletê hate şikestin. Tê gotin ku hakeran grafîka xebatê ya Barak Obama û gelek înformasyonên din ên nepenî bi dest xistine. Amerîkîyan ji ber wê bûyerê demildest Rûsya tawanbar kirin. Lê, di wê rewşa niha ya sîyasî de, bêy ispatî, tawanbarkirin hewlên ji demê zûtir in. Helwesta amerîkîyan me neçar dike ku wisa bifikirin: wateya êrişa sîber a li ser DYA`yê çi ye? Fînans, xeterîyên reel, yan jî elementa şerê sîyasî yê li hember kesên ne bi dilê Waşîngtonê.

    Etîketan:
    DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de