23:21 22 Çile 2017
Zindî
    HDP

    Navenda Giştî ya HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat

    © Foto: HDP Navend
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2311

    Ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve li hemberî Navenda Giştî ya HDP’ê êrîşa çekdarî pêk hatiye.

    Hate hînbûn ku di saetên serê sibê de ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve li hemberî Navenda Giştî ya HDP’ê êrîşa çekdarî pêk hatiye.
    Piştî provokasyona Agiriyê li hemberî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Sêrîkê êrîş pêk hat û vê carê jî li hemberî avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê êrîşa çekdarî pêk hat. Êrîşkar şevê seat di 04.00'an de bi wesayîtekê hatin ber Navenda Giştî ya HDP'ê ya li Kolana Bukluk a Çankayayê û bi çeka pombeyî êrîş navenda partiyê kirin. Di wê demê de li navenda partiyê ti kes tinebû û li ber avahiyê polîs nobet digirt. Piştî êrîşkaran gulebarand avahiyê ji cihê bûyerê reviyan. Hate ragihandin ku polîsê li ber avahiya partiyê jî bi çekê bersiva êrîşkaran daye.
    Ekîbên Lêkolînê yên cihê bûyerê li ber avahiya HDP'ê lêkolînên xwe didomînin.
    Berdevkê Heyeta Îmraliyê û Namzetê HDP'ê yê Enqere Sirri Sureyya Onder bûyer li ser twîtterê par ve kir û wiha got: "Navenda partiya me serê sibê rastî êrîşa çekdarî hat. Provokasyon berdewam dike. Em serî natewînin."

    Etîketan:
    Tirkîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de