18:18 29 Gulan 2017
Zindî
    Sistema berevaniya ji moşekan S-300

    Îran piştî S-300`an dikare S-400 û `Antey-2500`an bikire

    © Sputnik/ Igor Russak
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2301

    Ji bo bergirîya pêbawer sîstemên S-400 û `Antey-2500` ên rûsî îdeal in

    Wezîrên karên derve yên Rûsya û Îranê Sergey Lavrov û Hosseyin Dehkan di çarçoveya konferansa navneteweyî ya li Moskowê hevdîtinek pêk anîn. Mijara sereke ya hevdîtinê sîstemên mertala moşekan S-300 bû.

    Rûsya û Îran wê vegerine kontrata sala 2009`an yan wê kontrateke nû imza bikin? Eksperê Spûtnîk Persianê, redaktorê sereke yê rojnameya `Îran Press`ê Emad Abşenas di wê derbareyê de wisa ragihand:

    ``Niha herdu alî dixwazin li ser S-300`an kontrateke nû imza bikin. Li gor daneyên di dest min de, ji bilî S-300`an ji Îranê re firotina sîtemên nifşa nû S-400`an jî tê gotûbêjkirin. Elbet, ji ber sedemên ewlekarîyê pêvajoya guftûgoyan nayê eşkerekirin. Kitekitên li ser wê lihevkirinê em dikarin tenê piştî imzakirina peymanê hîn bibin``.
    Em bi bîr bînin ku di roja 12`ê Îlona sala 2012`yan de Dmîtrîy Medvedev biryarnameya ji Îranê re qedexekirina firotina sîstemên S-300`an imza kiribû. Ji wê rojê heta niha, Rûsyayê sîstemên S-300`an tenê firotin Yunanistan û Cezayîrê. Piştî wê jî hilberandina wan sîsteman hate betalkirin. Sîstemên nehatinî firotin, li depoyên herêmên cuda yên Rûsyayê de têne parastin.

    Eksper destnîşan dikin, ku ji ber wan sedeman pêkanîna sîparîşa Îranê wê hinek zehmet be. Lê, ji Îranê re firotina modîfîkasyonên hevdem ên S-300`an ên wek `Antey-2500`an wê reeltir baya. Emad Abşenas wisa berdewam dike:

    ``Dema Dmîtrîy Medvedev ji Îranê re firotina sîstemên mertala moşekan qedexe kir, Îranê analoga wan sîsteman bi xwe çêkir. Li vir gereke hinek erkên teknîkî bêne pêkanîn, ku bête famkirin sîstemên bergirîya hewayî ya Îranê hewceyê kîjan elementan e. Elbet, sîstemên pêşketîtir wê bergirîya Îranê ya 10 salên li pêş xurttir bike. Ji bo wê yekê, Sîstemên S-400 û `Antey-2500` ên rûsî îdeal in``.
    Emad Abşenas dibêje, ku sîstemên S-300 wê li ser Îranê girantir rûnê:

     ``Buhayê kontrata berê li dora 800 milyon dolaran bû. Lê, buhayê kontrat yan jî kontratên nû wê ji ya berê gelek zêdetir be. Hêjayê bi destnîşankirinê ye, ku Îran amade ye ji Rûsyayê çekên bi buhayên mezin bikire. Ew posîzyona Tehranê ya stratejîk e. Serokê Rûsyayê birêz Vladîmîr Pûtîn jî ragihand, ku tu astengî û qedexe tunene ku çekan bifroşine Îranê û hevkarîya leşkerî wê hêj jî bête pêşvebirin. Daxuyanîya serokê Rûsyayê li Îranê gelek bi germî hate pêşwazîkirin``.
    Li Îranê bi cihkirina wan sîsteman û bikaranîna wan jî pirseke din a giring e. Ji bo pêkanîna wan erkan kadroyên bi kalîfîyeya bilind pêwist in. Îran wê pirsê wê bi vexwendina pisporên rûs ve çareser bike yan bi derfetên xwe ve?  Emad Abşenas pirsê wisa dibersivîne:

    ``Bi taybet di dema girêdana kontratan de welatê firoşker pisporên xwe dişîne welatê kiryar û li wê derê kadroyan perwerde dike. Berê jî dema firotina S-300`an bibû behsê mijarê, Rûsyayê pisporên xwe ber bi Îranê ve şandi bû, ku kadroyên îranî perwerde bikin. Ez wisa difikirim, ku li gor encamên guftûgoyên niha têne meşandin, Rûsya wê kadroyên xwe ber bi Îranê ve bişîne. Dibe ku Îran jî kadroyên xwe ji bo wergirtina perwerdehîyê ber bi Rûsyayê ve bişîne``.

    Etîketan:
    Îran, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de