15:01 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Parlamentoya Ewrûpayê

    Tirkîye êdî ji bo Rojavayê welateke pêbawer nîne

    © Flickr/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2201

    Parlamenterê AKP`ê Sertçelîk: ``Li Ewrûpayê ruhê xaçperestîyê cebanî dibe``

    Rojnameya ingilîzî Financial Timesê ragihand, ku Tirkîye êdî ji bo Rojavayê welateke bêbawer nîne. Li gor rojnameyê, têkilîyên Tirkîyeyê yên li hember sazî û welatên Rojava, yên li hember welatên cînar dibe sedemê xeyalşikestîya Rojavayê. Geşedanên di wan demên dawîyê, çiqas Enqere ji Rojavayê bi dûr xistîye? Xeyalşikestîya li Rojavayê li Enqereyê çawa tê şîrovekirin?
    Endamê Komîsyona Bergirîyê ya Paramentoya Tirkîyeyê Prof. Dr. Seyît Çelîk li ser wê mijarê ji Ajansa Nûşeyan Spûtnîkê re wisa ragihand:

    "Armanca me ya endambûna YE`yê heye. Me dest ji wê armancê bernedaye. Lê, muzakereyên demdirêj her çend nexitimî jî bin, encaman jî nade. Rîyên gereke bêne vekirin, girtî dimînin. Gelek şîroveyên cuda têne kirin. Em dixwazin ku dostên me yên ewrûpî bi awayeke bîrewer li nêzê me bibin û bi çaveke erênî li me binêrin. Lê, mixabin tiştê ku em dibînin ew e:  Ruhê xaçperestîyê yê di serê ewrûpîyan de ji nû ve cebanî dibe. Bûyerên diqewimin jî li hember Tirkîyeyê wek navgînên zîyandar bikar tînin. Elbet, ew tiştên xembar in. Lê, me ew yek texmîn dikir. Ez dikarim bibêjim, ku helwesta ewrûpîyan ji bo min ne sûprîz bû".

    Bi heman mijarî:

    Gelo, gengeşiyên li ser jenosîdê bandoreke çawa pweywendiyên Tirkiye û Ermenistanê bikin
    Huffington Post: Tirkiye û Siûdiyê wê li Esed bidin
    Etîketan:
    Tirkîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de