15:21 24 Îlon 2017
Zindî
    Parlamentoya Ewropayê (PE)

    Gelo, gengeşiyên li ser jenosîdê bandoreke çawa pweywendiyên Tirkiye û Ermenistanê bikin

    © Flickr/ European Parliament
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1501

    Parlamentoya Ewrûpayê bi bîyarnameyekî jenosîda ermeniyan, a ku sala 1915-ê di împaratoriya Osmaniyê de pêk hatibû, şermezar kir. Wezareta Karên Derve ya DYA jî li ser heman bûyerê daxuyaniya şermezarkirinê weşand.

    Di wan rojan de li Tirkiyeyê daxuyaniyên li hember Ermenistan û li Ermenistanê jî daxuyaniyên li hember Tirkiyeyê  têne kirin. 

    Gelo, di rewşeke wisa de perspektîvên baştirbûna peywendiyên Tirkiye û Ermenistanê hene?

    Di vê mijarê de serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Cemîl Çîçek, ku bi serdanekî hatiye Moskowê, pirsên peyamnêrê Spûtnîk`ê bersivandin.

     Cemîl Çîçek wisa axivî:

    "Hûn dizanin, di sala 2009-ê de ji bo normalbûna peywendiyên Tirkiye û Ermensistanê me bi hev re çend protokol îmze kirin. Lê mixabin, Ermenistan van protokolan ji rojeva parlemnetoyê kişandin. Dadgeha Makeqanûna Ermensitanê jî bîryarek ku bi giranî vê proseyê asteng bike, pejirand.  Lê protokolên han hêj di rojeva parlamentoya me de ne". 

    Cemîl Çîçek dibêje, "Eger dixwazin bizanin, ka di sala 1915-ê de çi qewimî, divê zanyar û dîrokzan ji her alî ve wê rastiyê derxînin holê. Me arşîvên xwe vekirin, arşîvên Rûsyayê hene, yên Îngîltere hene. Bila di destê kê de çi heye, daynin ortê. Em amade ne ku her cureyî encamê qebûl bikin. Lê eger  dibêjin ev ne giring e û emê îftîra û reşkirinê bidomînin, hingê Tirkiye jî wê mafê xwe biparêze û berevaniya xwe bidomîne".

     Cemîl Çîçek axaftina xwe weha didmîne: "Jenosîd, pêgeheke hiqûqî, pênaseyeke hiqûqî ye. Eger unsurên wê temam nebin û ewê bibe polemîkên sîyasî, hingê gelek dewlet hevdû sûçdar bikin û rewşê dinyayê me jî wê berbad bibe". 

    Çîçek amaje pê dike ku di Peymana Pêşîgirtin û Cezakirina Sûcên Jenosîdê de pênaseya jenosîdê  pir vekirî hatiye nivîsîn.  Serokê parlementoya Tirkiyeyê dibêje: 

    "Eger aliya ermenî rastiya dîrokzanan qebûl nake û hiqûqê qebûl nakin, ew êdî karê wan e. Her êş û jan nikare wekî jenosîd bê wesifkirin. Di Yekemîn Şerê Cîhanê de 20 mîlyon mirov jiyana xwe ji dest da. Ev êşa me ya hevbeş e". 

    Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê  dibêje:  "Eger em 20 mîlyon kesî daynîn alîkî û çavê xwe li êşa hemû miletên ji xênjî ermeniyan bigrin, ewê dê ne helwêsteke mirovane be. Helwêstên wisa ne di berjewendiya baştirbûna peywendiyên Tirkiye û Ermenistanê de ye.  Û zirarê herî mezin a ji vê helwêstê jî, Eremnistan dibîne".

    Bi heman mijarî:

    Gelo Parlamantoya Ewrûpa wê li ser Jenosîda Ermeniyan çi bîryarê bide?
    Etîketan:
    Jenosîda ermeniyan, Cemîl Çîçek
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de