04:01 24 Çile 2017
Zindî
    İran ile nükleer müzakereler

    Îran amadekarîyên rabûna ambargoyan dike

    © REUTERS/ Brendan Smialowski
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2112

    Bazarên Îranê li benda veberdêrên bîyanî ne

    Li Tehranê bawer in, ku piştî roja 1`ê Tîrmehê, ango piştî imzakirina peymana berfireh a li ser bernameya nukleerî ya Îranê û bi wê yekê ve girêdayî rakirina ambargoyan, veberdêrên bîyanî wê derbazî bazarên wan bibin. Bi taybet jî sektora petrolê ji bo veberdêrên bîyanî gelek balkêş e. Piştî lihevkirina sîyasî ya roja 2`yê Nîsanê li Lozanê hatî imzakirin, çalakbûna bankayên bîyanî jî nîşana wê yekê ye. Rakirina ambargoyan wê bandoreke çawa li aborîya Îranê bike? Şîroveya sîyasetzan-rojhilatnas Vladîmîr Sajîn ya li ser wê mijarê wisa ye:

    ``Bi rastî jî gelek karsaz amade ne, ku piştî rakirina ambargoyan li Îranê kar bikin. Elbet ew yek famdarî ye. Îrana ji ambargoyan hatî rizgarkirin û derbazî bazarên fînansî-bazirganî yên navneteweyî bûyî, ji bo gelek kompanîyayên mezin û piçûk derfetên nû vedike. Xwedîyê yek ji rezervên hîdrokarbonan ên herî mezin ên cîhanê, binesazîya hevdem a pîşesazîyê, rewşa jeopolîtîk a sûdmend a li ser xaçerêya bazirganîyê ya bakûr-başûr, rojava-rojhilat, gelheya 80 milyonî ya perwerdekirî û bi kalîfîye bala tewaya bazirganîya cîhanê dikşîne.
    Wek tê zanîn, li gor şertên lihevkirina Cenevê ya di meha Mijdara sala 2013`yan de ji alîyê hêzên serkêş ên cîhanê ve hatî imzakirin, eksporta nefta Îranê rojane bi yek milyon bermîlan ve hate sînordarkirin. Eger tewaya ambargoyan bêne rakirin, baresteya eksporta neftê wê bête bilindkirin û dahatî wê bêne zêdekirin.

    Li gor daneyên Deustch Banka almanî, heta sala 2016`yan baresteya nefta eksportê ya Îranê rojane dikare bi 400 hezar bermîlan ve zêdetir bibe û heta sala 2020`tan jî baresteya giştî rojane bigihije 1 milyon 800 hezar bermîlan.

    Lê, hemû veberhênanên aborîya Îranê, hemû rêkeftinên mezin ên bazirganî-aborî tenê piştî rakirina ambargoyên li ser Îranê û ji nû ve vegera wê ya di nav sîstema navnetweyî ya navbankayî SWIFT`ê ve dikarin pêkan bibin.

    Hêjayê bi destnîşankirinê ye, ku piştî lihevkirina sîyasî ya di navbera Îran û `koma 5+1`ê ya di roja 2`yê Nîsanê li Lozanê hatî dabînkirin, bankayên îranî û ewrûpî û rêxistinên fînansî dest bi guftûgoyên nûjenkirina operasyonên fînansî kirin. Derbarê wê yekê de cîgirê rêvebirê giştî yê Banka Neteweyî ya Îranê Holyam Riza Penahî di wan rojên borî de ragihand.
    Di heman demê de SWIFT bi Îranê re guftûgoyên li ser nûjenkirin û girêdana servîsên xwe yên bi rêxistinên kredîyan ên îranî re berdewam dike. Ango, SWIFT plan dike ku vegere Îranê. Ew yek ji bo Îranê gelek giring e, ji ber ku SWIFT  sîstema gerana xwîna organîzmaya bazirganî û aborîya cîhanê ye.

    Hêjayê bi gotinê ye, ku Rûsyayê di warê têkilîyên bankayan de pêşbazên xwe yên ewrûpî li dû xwe hişt. Banka Navendî ya Rûsyayê û Banka Navendî ya Îranê hêj di meha Adarê de li Moskowê memorandûma jihevfamkirinê ya di warê bankayan de imza kirin. Belgeya hatî imzakirin çavdêrîya operasyonên navbankayî yên herdu welatan dike. Ew belge ji ber wê yekê gelek giring e, ku wê ji bo dabînkirina hemû peymanên di navbera Rûsya û Îranê de di salên 2014-2015`yan de hatinî imzakirin bibe bingeh``.

    Etîketan:
    Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de