17:38 23 Çile 2017
Zindî
    Pyotr Poroşenko

    Rojava çekan nede Ûkraynayê

    © AFP 2016/ SERGEI SUPINSKY
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1601

    Pozîsyonên DYA û Ewrûpayê yên li hember Ûkraynayê nêzîkî hev dibin

    Ewrûpa radigihîne ku naxwaze ji bo Ûkraynayê şer bike, Waşîngtonê jî ragihand, ku alîkarîya leşkerî nadine Kîyevê. Wê nûçeyê ne tenê Kîyev, lê her weha hinek welatên din jî nehedar kir, yên dixwestin çekên xwe yên kevin bifroşine Ûkraynayê.

    Kîyev hêdî hêdî xeyalşikestî dibe. Balyozê YE yê li Rûsyayê Vîgaûdas Ûşadskas bi awayeke vekirî pozîsyona Brûkselê vegot: piştgirîkirina reformên demokratîk yên Kîyevê û lêgerîna alîkarîya Rûsyayê. Li gor gotinên balyoz, YE`yê wê alîkarîya Ûkraynayê bike, ku reformên sîyasî û aborî pêk bîne, lê gereke di heman demê de temasên bi Moskowê re jî bêne xurtkirin. Eger ji zimanê dîplomasîyê bête wergerandin, wateya wan gotinan ew e, ku Ewrûpa fam dike, ku çekên ji bo Ûkraynayê bêne şandin, paşê wê ber bi kû ve bêne arastekirin. Parlamenterê Civata Dewletê ya Qirimê Vladîslav Ganjar dibêje, ku gereke neyê jibîrkirin ka ji bo çi îro Ewrûpa alîkarîya Ûkraynayê dike:

    ``Ji bo Rojavayê dewleteke wisa agresîv a li ser sînorên Rûsyayê sûdmend e. Ji ber wê yekê, bi rîya IMF wê ji Ûkraynayê re şandina navgînan berdewam bikin. Ji ber ku projeya wan a bi navê `Ûkrayna` tenê bi alîkarîya wan navgînan ve dikare bête dabînkirin. Di wê rewşa niha de Ûkrayna nikare bi serê xwe problemên xwe çareser bike``.

    Elbet xeta zirav ya di navbera alîkarîya fînansî û fînansekirina şer ne ji bo herkesê famdarî ye. Ji ber wê yekê Ewrûpa dixwaze ku wê xetê zelaltir bike. Ji ber wê jî, li Ewrûpayê rasterast dibêjin: alîkarîya çekan wê konflîkta li Ûkraynayê derbazî li ser asteke nû bike. Ji alîyekê ve wezîrê karên derve yê Almanyayê Frank Valter Ştaynmayer bang dike, ku ji Ûkraynayê re çek neyêne şandin û ji alîyê din ve jî hinek welatên endamên NATO`yê hewl didin çekên xwe yên kevin bifroşine Kîyevê.

    Eksperê leşkerî Vladîslav Şûrigîn di wê derbareyê de wisa ragihand:

    ``Fermandarîya artêşa Ûkraynayê venaşêre, ku li benda alîkarîya leşkerî ya ji welatên NATO`yê ne. Bi taybet jî welatên wek Polonya, Çekîya, Macarîstan, Romanyayê re li ser 700 hezar çekan li hev kirine. Piranîya wan çekan ên dema Yekitîya Sovyetê ne``.

    Her weha DYA`yê jî alîkarîya çekan a bi buhayê 200 milyon dolaran daye Ûkraynayê.  Vladîslav Şûrigîn dibêje ya giring ew e, ku perwerdekirina artêşa Ûkraynayê ji alîyê Pentagonê ve tê rêvebirin:

    ``Amerîkîyan ji Ûkraynayê re makîneyên zirihpûş, rasyonên zûha û navgînên ragihandinê şandin. Ji bilî wê jî, di çarçoveya bernameya NATO ``Hevkarîya ji bo aştîyê`` de, ku Ûkrayna jî di nav wê bernameyê de cih digire, dest bi perwerdekirina artêşa Ûkraynayê kirin``.

    Encamên wan perwerdehîyan ne dîyar in. Ya yekemîn, tewaya cîhanê êdî dizane, ku pisporên leşkerî yên DYA`yê li welatên hevalbend çawa tev digerin. Ya duyemîn jî, welatparêzên resen ên ûkraynî wê li ser axa xwe zimanê ingilîzî çawa pêşwazî bikin. Ya sêyemîn jî, şerê li dijî welatîyan  tu caran nikare  hevkarîya ji bo aştîyê re pabend be.

    Etîketan:
    DYA, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de