14:48 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Parlamentoya Ewrûpayê

    Gelo Parlamantoya Ewrûpa wê li ser Jenosîda Ermeniyan çi bîryarê bide?

    © Flickr/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2011

    Parlamentoya Ewrûpayê dest bi gotûbêjkirina proja bîryarnameya li ser jenosîda ermeniyan kir.

    Di projeya bîryarnemyê de ku di rojeva Parlamentoya Ewûrpyaê de ye, tê tewsiyekirin ku ` jenosîda ermeniyan di 100-mîn salvegera xwe de ji aliya dewletên endamên YE ve bê naskirin û pejirandin`.

    Rayedarên Tirkiyeyê  li ser projebîryarnameyê yekser endîşeyên xwe diyar kirin û anîn ziman ku divê mijarên dîrokî di çarçoveya Yekîtiya Ewrûpayê de neyên gotûbêjkirin. 

    Vê gavê şandeke ji parlamenteran Tirkiyeyê li Brukselê  li ser heman mijarê hevdîtinan pêk tînin. Li gorî nêrîna çavdêrên sîyasî, li dorbera Parlamentoya Ewrûpayê `serlêdanên kêliya dawî wê tu encaman nade`.  Eksper tekez dikin, ku îro, dema ku gotinên Papa Franciscus ên li ser jenosîda ermeniyan, ku bûbû acizbûna serokwezîrê Tirkiyeyê Ehmed Davûtoglû tên gengeşîkirin, tu guhertin di nêrîna civaka Ewrûpayê de çênabe.  Û di encamê de, ev bîryarnemya Parlamentoya Ewrûpayê, ku wezîrê Ewrûpayê û gotûbêjkerê sereke Volkan Bozkir jê re gotibû `parçeyeke kaxizê`, wê bê pejirandin.

    Gelo, piştî ku bîryarnameya naskirina jenosîda ermeniyan ji aliya Parlamentoya Ewrûpayê ve bê qebûlkirin, wê peywendiyên Tirkiye û YE çawa bin?

    Di vê mijarê de sîyasetzana tirk Oya Akgonenç nêrînên xwe ji Spûtnîk`ê re parve kirin:

    "Bi baweriya min, cudatiya vê bîryarnameyê, wê ji bîryarnameya ku di sala 1987-ê de hatibû qebûlkirin, tunebe. Bangawaziya min ji bo ewrûpiyan e ku hîn bi awayekî aqli selîm bifikirin û li şûna ku îdîayên ermneiyan qebûl bikin, bila vê mijarê bihêlin dîrokzana re". 

    Oya Akgonenç tekez dike, ku bi baweriya wê, daxuyaniya Papa jî şaş e. Ew dibêje, meqama papatiyê, ne meqamekî dadgehî ye û ne platforemkî navneteweyî ye. Akgonenç amaje dike ku, `Papa dibe ku berê, di serdemên navîn de  serokê dadgehên Engîzesyonê bûne, lê niha wisa nîne. Karbidestiyeke wî yê wisa tune. Papa, tenê îdîa û propogandaya lobiyan dubare kiriye`.

    Oya Akgonenç li ser helwsta Ewrpayê jî şîroveya xwe weha didomîne: 

    "Raste, hin çavdêrên sîyasî dikarin wisa bifikirin, ku piştî daxuyaniya papayê, Ewrûpa jî wê eynî tiştî bibêje.  Hêviya min ew e, ku Ewrûpa gotinên Papa dubare neke. Lê eger  meyla han li Ewrûpayê heye, dê hewil bê dayîn ku vê pirsê li dijî endamtiya Tirkiyeyê di Yekîtiya Ewrûpyaê de bikar bînin".

    Akgonenç destnîşan dike, ku piştî van daxuyanîyan wê peywendiyên Tirkiye û YE sartir bibin. Tirkiye wê ji xwe re vê pirsê bide: `gelo ev kulûb, kulûbeke çawa ye? Gelo ewê helwêsteke wekhev li endam û berendamên xwe re nîşan bide an na?`  Bi kurtasî, Tirkiye li ser pirsa, `gelo pêwîst e çi bê kirin` wê cidî cidî bifikire. 

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de