03:43 27 Gulan 2017
Zindî
    Raûl Kastro û Barak Obama

    Obama ji kongrês xwest jibo Kûba ji lîsta welatên-sponserên têrorê derxe

    © AP Photo/ Pablo Martinez Monsivais
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1501

    Serokê amerîkayê Barak Obama namak ji Kongrêsê welêt re şand. Obama di vê nama xwe de ji Kongrês dixwaze jibo ew Kûba ji lîsta welatên-sponserên têrorê derxe.

    Obama di nama xwe weha nivîsî `li gor destûr û zagonên Amerîkayê min eşkere kir ku hikumeta Kûbayê di nav şeş mehên dawîn de tu- piştgirtiya têrorîzma navnetewî nakirye, her weha wê piştrastî daye ku di pêşerojê de jî ew wê piştgirtiya têrorîzmê neke`.
     Em bibîrtînin ku heftiya borî Obama û rêberê Kûbayê Raûl kastro yekemîn car piştî 50 salî di çarçova samîta Amerîkayê de li panamayê hevdîtin pêkanîn. Serokê Amerîkayê, piştî vê hevdîtinê ragihand ku `di rojên nêzîk de` ew wê biryarê derbarê hebûna Kûbayê di lîsta welatên-sponserên têrorê de bistîne.
    Kastro wê demê bang li serokê Amerîkayê kir  jibo pingavên derbarê rakirna dorpêça aborî li ser Kûbayê bavêje.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka û Kubayê gotin êdî bes e
    Etîketan:
    Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de