20:16 29 Gulan 2017
Zindî
    Vladîmîr Pûtîn

    Rojava diyaloga bi mirovê herî bandordar ê cîhanê red dike

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3501

    Beşdarên G7`ê li dijî beşdarîya Rûsyayê derketin û li ser wê helwesta xwe jî israr dikin.

    Li Lûbeka Almanyayê civîna wezîrên karên derve yên welatên G7`ê tê derbazkirin. Mijarên sereke yên rojeva cîvînê krîza li Ûkraynayê, tekoşîna li dijî DAÎŞ`ê û perspektîvên geşedana têkilîyên bi Rûsyayê re ne. Di wê navberê de wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo civîna li Almanyayê ne hate vexwendin. Eger li mijarên civînê bête nêrîn, wê bête dîtin ku vexwendina Lavrov wê bi mantiqî baya. Lê, wezîrê karên derve yê Almanyayê Ştaynmayer pêwistî bi beşdarîya nûnerên Moskowê nedît û li dijî vegera formata G8`ê derket. Rûsya ji sala 2014`yan ve piştî tevlibûna Qirimê êdî di wê forûmê de beşdar nabe. Di destpêka îsal de serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê ragihand, ku `tu şans tune ne` ku Vladîmîr Pûtîn ji bo sammîta meha Hezîranê were vexwendin. Di wê navberê de hinek sîyasetmedarên alman destnîşan kirin, ku îzolasyona Rûsyayê tenê zîyanê tîne û piştgirî dane beşdarîya Pûtîn ya sammîta ji bo meha Hezîranê hatî plankirin.

    Beşdarên G7`ê li dijî beşdarîya Rûsyayê derketin û li ser wê helwesta xwe jî israr dikin. Ji ber ku serokê giştî wisa xwestî ye. Lê, gelo bêy Rûsyayê problemên sereke yên global dikarin bêne çareserkirin? Bêguman, na.  Ji bilî wê jî, gelek sîyasetmedar û dîplomatên rojavayî her tim destnîşan dikin, ku bêy beşdarîya Rûsyayê doza li dijî îslamîstan, problema nukleerî ya Îranê û konflîkta li Ûkraynayê wê bê encam bimînin û nikarin bêne çareserkirin. Her weha tê gotin, ku di mîmarîya nû ya ewlekarîya global de Rûsya xwedî roleke giring e.

    Li gor ragihandina rojnameya Time`ê, Vladîmîr Pûtîn serkêşîya lîsteya 100 kesên herî bandordar ên cîhanê dike. Redkirina dîyaloga bi mirovê herî bandordar ê cîhanê gelek sosret e. Lîderê rûs bi xwe destnîşan dike, ku Moskow ji bo beşdarîya di G7`ê de israr nake, lê ji bo hemû cureyên hevkarîyê vekirî ye. Lê, lîderên G7`ê sammît vegerandine forûmeke atlantîkî û derfetên wê sînordar dikin.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de