15:02 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Hillary berê xwe da serokatiya Amerîkayê

    Hillary berê xwe da serokatiya Amerîkayê

    © Sputnik/ Mikhail Klementyev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2301

    Wezîra derve ya berê ya Amerîkayê Hillary Rodham Klinton, bi fermî namzediya xwe jibo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê yên sala 2016an ragihand.

    Ev jî cara duyemîn e ku Hillary dibe namzeda serokatiya Amerîkayê. Hillery sala 2007an namzediya xwe jibo hilbijartinên sala 2008an ragihandibû û li hemberî serokê niha yê Amerîkayê Barack Obama di partiya xwe de rastî şikestê hatibû.

    Hillary Klinton ragihand ku van nêzîkan ewê li dewsa ku gotaran pêşkêş bike berê xwe bide cihên giştî û kafeteryayan li çend wîlayetên weke Lowa û New Hamşeyr û bi awayekî rasterast bi xelkê re biaxife.

    Bi vê yekê jî Hillary Kilînton dibe yekemîn namzeda demokratan ji bo hilbjartinên sala 2016an.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka û Kubayê gotin êdî bes e
    Etîketan:
    Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de