10:09 19 Cotmeh 2017
Zindî
    DYA. Waşîngton. Mala Spî

    Hakerên rûs û îranî çawa malpera Mala Spî şikandin

    © Sputnik/ Vladimir Federenko
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1502

    Mala Spî careke din hate şikestin. Û careke din rûs hatin tawanbarkirin. Vê carê daneyên derbarê grafîka xebata Barak Obama de hatin dizîn. Ew bûyer sala par qewimî ye û derbarê tawandaran de tu zanyarî nehatine dayîn.


    Cîgirê serokê DYA`yê yê pirsên ewlekarîya neteweyî Ben Rods got, ku ``Li bal me sîstemên ne nepenî hene, lê sîstemên nepenî jî hene û yên gelek nepenî jî``. Her tişt tevlihev e: meger, înformasyona nepenî ji sîstema ne nepenî hatîye dizîn.
    Çawa çêdibe, ku dewleta `herî bi hêz` a cîhanê tê şikestin û înformasyon jê têne dizîn? Ew yek jî, hizra nepêkanîya têkbirina wê dewleta bi hêz dixe di bin gumanê de. Piştî bûyerê, rêvebirîya Mala Spî dest bi wergirtina `tedbîrên ewlekarîyê` kir. Elbet nayê gotin, ka ew tedbîrên çawan in. Madem amerîkî li ser pirsa ewlekarîya neteweyî û ewlekarîya sîberê ewqas hesas in, gelo ji bo çi ew tedbîr ji berê de ne hatin wergirtin? Înformasyonan li ber çavan, ango di sîstema neparastî de vedişêrin û paşê gilî dikin ku ew înformasyon hatine dizîn? Dema ewlekarîya neteweyî behsê mijarê be, varyanta `tu dixwazî veşêrî – li cihê herî dîtbar bi cih bike` ne gelek di cih de ye.
    Hinek eksper destnîşan dikin, ku sîstemên parastinê yên Mala Spî û departamanta dewletê ewqas lawaz in, ku yê bixwaze dikare di navbera 2 demjimêran de têk bibe.
    Ji alîyê din ve, ew skandeleke din a dîrokî ye, ku wê yekê wek bahane bikar bînin, ku Rûsyayê wek împaratorîya xerabîyê nîşan bidin. CNN`ê di wê bûyerê de demildest Rûsya tawanbar kir. Ben Rods ew yek dupat nekir, lê kevir avête baxçê Rûsya û Îranê. Ango, bi gotina wî, herdu welat jî dikarin sucdar bin. Amejeya wan jî ew e, ku hem Rûsya û hem jî Îran ji zû de ye, ku bi `çalakîya sîberê` ve mijûl dibin. Di navbera Moskow û Waşîngtonê de rageşî gelek bilind e, têkilîyên Tehran û Waşîngtonê jî hêdî hêdî ber bi başîyê ve diçin. Ango, dem ji bo provokasyonan gelek destdayî ye.
    Ji bo ajansên ewlekarîyê yên DYA`yê jî ji xwe bahaneyeke wisa pêwist bû: madem ew êriş ewqas bi cidî ne û Rûsya jî ranazê, ji bo dabînkirina ewlekarîyê pereyên zêde pêwist in. Ajansên ewlekarîyê yên DYA`yê fedî nakin, dema parastina welêt dibe behsê mijarê, di ekranên televîzyonên neteweyî de derbarê lawazîya parastina welêt de li xwe mukur tên.
     Mejîyê amerîkîyan ji ber daneyên cuda tevlihev dibe: Ben Rods dibêje tawankar nayêne zanîn, CNN demildest Rûsyayê tawanbar dike û nûnerê fermî yê Mala Spî Mark Stro îda dike, ku lêpirsînên li ser wê bûyerê ji zû de destpê kirine û her tişt eşkere ye. Ji kê re? Ka encam? Yan jî hêj biryar nedane ka kê tawanbar bikin? Madem we dest bi şerê înformasyonî kir, `şervanên` wisa hilbijêrin, ku derewên wan li hev bigirin.

    Etîketan:
    CNN
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de