18:39 27 Gulan 2017
Zindî
    Ala Çînê

    Rûleta Kosmîk: Çîn yan Hindistan

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2311

    Di dawîya sedsala 20`an de tenê du dewletan di warê kosmosê de pêşbazî dikirin: Rûsya û DYA. Îro lîstikvanên nû tev li wê pêşbazîyê dibin: Çîn û Hindistan.

    Çînê cara yekemîn di sala 1970`yan de satalayta bi navê ``Dûnfan Xûn-1`` ber bi kosmosê ve şand. Ji wê rojê heta niha projeyên Çînê yên di warê kosmosê de berdewam dikin û gemîyên bi pîlot jî di nav de, hemû cureyên gemîyên kosmosê çêdikin. Kosmodroma herî mezin a Çînê ya li bakûrê welêt Tsûzû An e.

    Çîn di gelek waran de hewl dide bi DYA`yê re pêşbazîyê bike. Di warê kosmosê de jî, Çîn ji ezmûnên kozmonotîya Yekitîya Sovyetê sûdê werdigre û bi saya wê yekê karî di demeke kurt de xwe bigihîne sazkirina îstgeha rêgehê. Doçentê beşa ``Strela`` ya Înstîtûya Hewagerîyê ya Moskowê Sergey Fîlîpenkov di wê derbareyê de wisa ragihand:

    "Projeyên Çînê ji ber wê yekê serkeftî ne, ku hemû pêngavên Yekitîya Sovyetê dubare dikin. Bi taybet jî bernameya wan a bi pîlot analoga bernameya Yekitîya Sovyetê ye. Niha jî xebatên xwe yên sazkirina îstgeha li rêgehê berdewam dikin. Maketa wê ya bi navê "Tyangûn-1" jî amade ye. Çîn di warê bernameya bêpîlot de ji Yekitîya Sovyetê jî borî ye. Di warê elektronîk û sîstemên rêvebirîyê de Çîn welateke bi hêz e".

    Îro li hola kosmîkî de lîstikvaneke din jî heye: Hindistan. Hindistan dikare YE` û Japonyayê li dû xwe bihêle. Kozmonotên hindî  satalayt û aparatên kosmîkî digihînin rêgeha jeostatîk. Hindistan her weha plan dike ku aparatekê ber bi Marsê ve bişîne. Çavdêrê kovara ``Novostî Kosmonovtîkî`` Îgor Lîsov di wê derbareyê de wisa ragihand:

    "Hindistan di warê xebatên kosmosê de welateke têra xwe ye û xwe wek pêşbazê Çînê dibîne. Niha li Rojhilata Dûr rewşeke wisa saz bûye, ku hêza sê dewletan di warê kosmosê de weke hev in – Çîn, Hindistan û Japonya. Hindistanê heta niha dest bi bernameyên bipîlot nekirî ye, lê amadekarîyên wê berdewam dikin".

    Hindistan xwedî gelek projeyên di warê kosmosê de ye. Wext wê nîşan bide ka kîjan ji wan wê bêne dabînkirin. Eksper destnîşan dikin, ku di dest Hindistanê de derfet hene, ku li rêgeha nêzîk de xebatan pêk bîne.

    Etîketan:
    Hîndistan, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de