12:56 20 Çile 2017
Zindî
    Ukrayna-NATO

    Rakirina ambargoyên li ser Rûsyayê bi Ûkraynayê ve girêdayî ye

    © REUTERS/ Ints Kalnins
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5711

    Sîyasetmedarên rojavayî ji alîyê desthilata Ûkraynayê ve binpêkirina şertên lihevkirina Mînskê re dengên xwe dernaxin û tenê Rûsyayê tawanbar dikin.

    Sîyasetmedarên rojavayî rawestandina ambargoyên li ser Rûsyayê têne sepandin bi cih anîna lihevkirina Mînskê ve girê didin. Lê, çi dikare bête kirin, dema Kîyev naxwaze erkên xwe bi cih bîne? Sîyasetmedarên rojavayî ji alîyê desthilata Ûkraynayê ve binpêkirina şertên lihevkirina Mînskê re dengên xwe dernaxin û tenê Rûsyayê tawanbar dikin.
       Li YE`yê nîhayet fam kirin ku Kîyev bicihkirina lihevkirina Mînskê re dibe asteng. Li gor ragihandina wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li paytextên Ewrûpayê ne ji dil be jî li xwe mukur tên, ku Kîyev bicihkirina şertên lihevkirina Mînskê re astengîyan saz dike. Bi taybet jî Parîsa fermî Kîyevê tawanbar dike, ku erkên xwe yên çareserkirina konflîkta li Donbassê bi cih nayne.
       Yasaya statûya taybet li Kîyevê hate serûbinîkirin. Dabînkirina xalên din ên lihevkirinê jî tê gîrokirin. Yek ji wan jî yekser bi agirbestîyê ve girêdayî ye. Rêvebirê Fona Alîkarîya Novorossî û Donbassê Gleb Kornîlov li ser wê mijarê wisa ragihand:
      ``Bi saya lihevkirina Mînskê li hinek herêmên Donbassê aramî hatîye dabînkirin. Lê, hinek nuxteyên gerim ên wek balafirgeha Donetskê di bin xeterîyê de ne. Sedema wê jî destêwerdana amerîkîyan, bi taybet jî ya balyozê DYA`yê yê li Kîyevê ye. Balyoz her roj ji Poroşenko re telefonê vedike û tîne bîra wî, ku ji bo çi ew anîne li ser hikûm. Ango jê re dibêje ku gereke şer bikin. Niha gotineke wisa belav dibe: ``DYA heta ûkraynîyê dawîyê wê bi Rûsyayê re şer bike``. Ûkraynî bi baresteyên mezin ve ji DYA`yê çek û pereyan werdigrin``.
      Kîyev êdî gereke helwesta xwe biguherîne û li ser pozîsyona xwe ya berê israr neke. Ji ber ku êdî fam dike, ku bi rîyên leşkerî ve nikare problemê çareser bike. Eksper Stanîslav Bişok dibêje ku beşdarîya lîderên Fransa û Almanyayê ya di guftûgoyên li Mînskê de roleke giring lîstin:
      ``Koalîsyona Rojava ya piştgirîya Kîyevê dike, koalîsyoneke heterojen e. Ji bo nimûne, şerê li Ûkraynayê di berjewendîyên DYA`yê de ye, lê Ewrûpa Ûkraynayeke bê şer dixwaze. Ji ber wê yekê lîderên ewrûpî di agirbestîya li Ûkraynayê û hewlên dabînkirina wemirandina agirê li wî welatî de roleke giring dilîzin. Provokasyonên leşkerî yên artêşa Ûkraynayê ji ber wê yekê têne kirin, ku hevkarên wan ên navneteweyî  dîsa kredîyan bidin wan. Ango ûkraynî ji ewrûpîyan re dibêjin: ``Em erkên xwe yên kêmkirina tevgerên leşkerî kêm dikin, lê hûn ji bo çi di warê dayîna kredîyan de me gîro dikin``.
       Eger Ûkrayna di demên nêz de alîkarîyên fînansî nestîne, aborî wê têk biçe. Sîyasetmedarên ûkraynî jî li ser wê yekê li xwe mukur tên.
       Bi ambargoyên li ser Rûsyayê têne sepandin ve girêdayî  Vladîmîr Pûtîn dihesibîne, ku eger ne ew tedbîr bana, Waşîngtonê wê bahaneyên din peyda bikira, ku pêşî li berfirehbûna derfetên Rûsyayê bigire. Ji ber wê sedemê projeya DYA`yê ya li Ûkraynayê bi berdewamî tê xebitandin.

    Etîketan:
    DYA, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de