09:48 23 Hezîran 2018
Konser- muzîk

Yunus Dişkaya ji helbestên Fêrîkê Ûsiv albûmek çêkir: Hesretdefter

© Sputnik / Fethullah Ozmen
Çand û Hûner
Lînkê kurt
0 30

Muzîkjenê kurd Yunus Dişkaya ji helbêstên Fêrîkê Ûsiv bi navê ‘Hesretdefter' albûmek çêkir. Dişkaya wekî albûmên xwe yên berê tevahiya albûma xwe li ser înternetê belav kir.

Akademîsyenê berê û muzîkjenê kurd Yunus Dişkaya ji helbêstên helbestkarê kurd ê Soveytê Fêrîkê Ûsiv bi navê ‘Hesretdefter' albûmek çêkir.

DI HESRETDEFTERÊ DE 15 STRAN HENE

Yunus Dişkaya heta niha ligel çend albûmên tirkî ji helbestên helbestkarên kurd Arjen Arî, Cegerxwîn, Kamiran Ali Bedirxan jî albûm çêkirine, herî dawî ji ji helbestên Fêrîkê Ûsiv albûma bi navê ‘Hesretdeter' amade kir û weşand.

Di albûma Hesretdefterê de 15 stran hene: Bo Bîranîna Etemê Rehmetî, Lawikê Min Çû, Ji Kurê Min Re, Gozel, Gulîzera Min, Berf, Wey Gidî Çiyano, Adar Got, Xwezî Dîsa, Du Heval In, Gundê Min, Gulnaz Wekî, Ez Ji Te Hez Dikim û Fortek.

YUNUS DIŞKAYA KI YE?

Muzîkjen Yunus Dişkaya (1978) bi eslê xwe ji Kolika Semsûrê ye. Li Stenbolê mezin bûye û li wir perwerdehî dîtiye, demekê li Zanîngeha Stenbolê weke dersdar xebitiye û paşê dest ji kar berdaye. Dişkayayê ku xwe weke ‘hunermendeê navmalê' bi nav dike û konsertan nade û hemû albûmên xwe li ser hesabên xwe yên înternetê bê pere belav dike, niha li Îzmîrê dijî û bi mûzîkê re elaqedar dibe.

Ji bo guhdarkirina albûma Hesretdefterê li lînkê bitikînin:

Bi heman mijarî:

Hunermendê kurd: Polîsan ji min xwestin ku ez bibim sixûr
Wezîrê îranî serdana hunermendê kurd ê navdar kir
Peykerê hunermendê kurd ku hêj dijî hat danîn
Hunermendê kurd Ebas Ehmed li ser Efrînê klîbek amade kir
Hunermendê kurd bi sedema stranên kurdî gotine hat girtin
Hunermendê kurd ê Îranê: Ev serhildana li dijî bêedaletî û zilmê ye
Hunermendê navdar Şehram Nazerî: Kurd hemû cureyên mirinê tam kirin
Etîketan:
Hesretdefter, huner, muzîka kurdî, hunermendê kurd, Fêrîkê Ûsiv, Yunus Dişkaya, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de