22:30 18 Hezîran 2018
Ciwan Haco

Ciwan Haco ji bo albuma nû spasî kir: Min xwest li halê we bipirsim!

© Foto : Public Domain - Print Screen
Çand û Hûner
Lînkê kurt
0 0 0

Hunermendê kurd ê navûdengî Ciwan Haco piştî belavkirina albuma xwe ya nû ya muzîkê li ser medya civakî bi deng û dîmen spasiya hezkar û guhdarên xwe kir.

Ciwan Haco di vîdyoya ku li ser hesabê xwe yê twitterê belav kiriye de ji bo albuma xwe ya dawî ‘Felek' spasiyê li hezkar û guhdarên xwe dike û dibêje, ‘Min xwest li halê we bipirsim. Hêvîdarim albuma Felek bi dilê we be û hûn demeke xweş derbas bikin."

​Li ser vîdyoya spasiyê ya Ciwan Haco gelek hezkarên wî şîroveyên xwe kirin.

​Hinek hezkarên Haco jî rexneyên xwe kirin û gotin ku albuma 'felek' wek albumên berê ne serkeftî ye. Herwiha hêviya performanseke zêdetir jê kirin.

Etîketan:
Muzîka Kurdî, Ciwan Haco
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de