05:54 21 Hezîran 2018
karîkatûr

Karîkatûrîstê kurd ji bo karîkatûreke xwe xelateke navdewletî distîne

© Sputnik / Maksim Blinov
Çand û Hûner
Lînkê kurt
0 20

Karîkatûrîstê kurd ê Qamişloyî Yasir Ehmed xelata navdewletî ya Pêşbirka Rojnamevaniya Cîhanî ya li Portûgalê di qada karîkatûra rojnamevanî de wergirt.

Radyoya Welat FMê ya weşana xwe ji Rojava dike, ragihand Ehmedî ew xelat ji bo karîkatûrekê wergirtiye ku behsa bikaranîna zarokan di şeran de dike.

Ew pêşbirka ku karîkatûristê kurd xelat tê de wergirtiye ji bo wan karîkatûran tê birêvebirin ku di rojnameyan de tên weşandin.

Ehmed ji radyoya navborî diaxive û diyar dike ku rewşa karîkatûrvaniya kurdî êşîner û zehmet e û wiha dewam dike: Berî şerê Sûriyeyê, hema hema rojnamevaniya kurdî tine bû lewra wê çaxê derfet jî tine bûn û eger hebûna jî dê bi awayekî xwebexş bihatina kirin û dibûn sedem kêşe û peyketinan û tiştên din. Lê piştî şerî, mînberên kurdî li Sûriyeyê zêde bûn lê mixabin gelekan ji wan karîkatûr nexistin nav hesabên xwe."

Karîkatûrîstê kurd diyar kir ku ev yek ji wan sedeman e ku karîkatûrîstên kurdên li Sûriyeyê dest ji rojnamevaniya xwe berdin û berê xwe bidin rojnamevaniya erebî ku li gorî wî, "birêxistîtir e û ji ya kurdî bêtir giringiyê dide karîkatûrvaniyê."

Yasir Ehmed bi gelek rojnameyên erebî yên giring re dixebite ku Ereb a Londonê û Meke ya Erebistana Siûdî di nav wan de ne û berî niha jî gelek xelat bi dest xistine.

Bi heman mijarî:

Rojname û Kovarên kurdî yên di dema Dewleta Osmanî de derketine
Ozgur Gundem: Heke rojname bê girtin em ê bi navekî din berdewam bikin
Gelo rojname têne çandin?
Ocalan bê rojname ma
Etîketan:
karîkatûr, Radyo Welat FM, Yasir Ehmed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de