00:45 18 Hezîran 2018
Nizamettin Ariç - Kurd Idol

Nizamettin Ariç nasekine: Klîpa duyem derxist

© Foto: FB
Çand û Hûner
Lînkê kurt
0 10

Hunermend, derhêner û muzîkjenê kurd Nizamettin Ariçê ku berî demekê albûma xwe ya bi navê Cegerxwîn derxistibû û piştî wê klîpa xwe ya yekem derxist. Ariç îro klîpa duyem a bi navê "Dawîya Peyalê" derxist.

Ariç îro li ser kanala xwe ya Youtube klîpa xwe ya duyem weşand û tê de dîsa wek a berê ji guhdar û temaşekeran tika kir ku tenê ji ser kanala wî li klîpê binerin û guhdarî bikin.

Klîpa yekem a Hunermendê kurd Nizamettin Ariç a vê albûmê bi navê "Dil ji min bir ahî dil" bû.

Hêjayî gotinê ye, li gel ku Ariçî li ser Youtube navê klîpê wek "Dawîya peyalê" nivîsiye jî lê di klîpê bi xwe de şaş kiriye û "Davîya peyalê" nivîsye.

Bi heman mijarî:

Nizamettin Ariç: Divê em yekîtiya xwe saz bikin û Kurdistana xwe azad bikin
Ariç aliyekî din ê Cegerxwînî nîşan dide: Evîn aliyekî kêmnaskirî yê Cegerxwînî ye
Ariçî klîpa yekem a albûma nû parve kir: Dil ji min bir ahî dil
Etîketan:
stran, muzîk, Nizamettin Ariç
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de