19:07 23 Hezîran 2018
Televîzyon

Navdartirîn lîstikvanên kurd ên li Şamê ji dayik bûne

© AFP 2018 / PHILIPPE DESMAZES
Çand û Hûner
Lînkê kurt
0 10

Kurd li her çar dewletên ku li wan dijîn, beşdarî gelek warên çandeyî, hunerî û rewşenbîrî û wêjeyî bûne ku kurdên Şama paytexta Sûriyeyê beşekî giring ji wan kurdan in. Drama sûrî ku yek ji xurttirîn dramên erebî bû, xwedan gelek hunermendên kurd e ku wan navê xwe di dîroka sînema, şano û rêzefilmên sûrî de kolandiye.

Rûpelek li ser Facebookê bi navê Ekrad Dimeşq(Kurdên Şamê) heye ku navdar û kesyaetên bibandor ên kurd di civaka Sûriyeyê de dide nîşandan ku li gorî agahiyên wan, gelek lîstikvanên navdar ên Sûriyeyê bi eslê xwe kurd in.

Hikmet Mihemed Bedirxan

Wek Hale Husnî tê nasîn ku lîstikvaneke kurd e ku bêtirî 150 berhemên hunerî pêşkêş kirin. Bedirxanê ji salê 70yî bi stranbêjiyê dest bi hunerê kir, paşê şanogeriyê dewam kir û derbasî sînema û televizyonê bû.
Yek ji hunermendên yekem bû ku tev li sendîkaya lîstikvanên sûrî bû ku di 9ê Temûza 1975an de beşdar bû.

Nivîksar û lîstikvanê kurd Mihemd Osê

Di 13ê Temûzê de li Şamê ji dayik bûye û yekem berhema wî ya televizyonê di sala 2005an de bû ku him nivîsîbû û him jî tê de lîstibû.

Muna Çilmêran Mistefa Wasif: Balyoza Niyetên Pak Neteweyên Yekbûyî

Yek ji kevintirîn, bibandortirîn û navdaritrîn lîstikvanên Sûriyeyê ye ku dayika wê maronî bû û bavê wê kurd bû.

Di 1ê Sibata 1949an de ji dayik bûye û di bi dehan film û rêzefilman de lîstiye ku yê herî navdar, filmê Peyam ê derhêner Mistefa Eqad e. Wasif sala 1991ê bû Cîgira Serokê Yekîtiya Wêjevanan û ji sala 2002an jî bûye Nûnera Niyetên Pak a Neteweyên Yekbûyî.

Beşek ji rola wê di filmê Peyam de wiha ye:

 

Nîhad Qel'î: Stûna sînemeya sûrî

Nihad Qel'î ji salên 60î û heta 80yî yek ji stûnên sînema û televizyoan sûrî bû. Tiştê herî balkêş derbarê wî de ew bû ku karmendek febrîqeya makarnayê bû berî ku tev li jiyana hunerî bibe.


Tilhet Hemdî Kaka yê Eyûbî: Derhêner û Lîstikvan:

Di saka 1941ê de de ji dayik bû û pêşî di rêya şanogeriyê re dest bi hunerê kir.Yekem lîstika wî di şanoyekê de bû ku Nihad Qel'î dameizrandibû. Piştî wê di rêzefilman de jî lîst û paşê dest bi derhêneriyê jî kir. Di sala 2012an koça dawî kir.

 

Ebdurehman Ala Reşî

Sala 1934an li Şamê ji dayik bû û sala 2014an koça xwe ya dawî kir. Bêtirî 50 salan karê hunerî kir ku radyo, sînema, televizyon û şanogerî di nava xwe de dihewandin. Ala Reşî herî zêde bi dengê xwe yê cuda û karîzmatîk dihat nasîn.

 

Xalid Taca: Anthony Quinnê kurd

Di sala 1939an li Şamê ji dayil bû û sala 2012an koça xwe ya dawî kir. Helbestvana filistînî ew wek "Anthony Quinnê ereban" bi nav kir. Di bêtirî 150 film, rêzefilm û şanoyî de lîsitye.

Bi heman mijarî:

Ji ber komkujiyê jiyan rawestiya
Rayedarê PDK-Sê yê Efrînê: 'Li vir jiyan pir dijwar e'
Jiyan li Kurdistan 40 hezar sal berê dest pê kiriye
Etîketan:
Tilhet Hemdî Kaka yê Eyûbî, Nîhad Qel'î, Muna Çilmêran Mistefa Wasif, Mihemd Osê, Hikmet Mihemed Bedirxan, Xaldi Taca, Şam, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de