09:51 19 Hezîran 2018
Pêşangeh / Galerî

Li dijî Îvanê Tirsnak êrîşeke vandalist

© Sputnik / Mevlut Oguz
Çand û Hûner
Lînkê kurt
0 01

Tabloya hunermendê rûsî Îlya Repin a bi navê "Îvanê Tirsnak û Kurê wî Îvan" ya ku li Galeriya Tretyakovski ya li Moskowayê dihat pêşandan rastî êrişekê hat.

Peykerên Lenîn ên li Ûkraynayê
© Foto : The Lumiere Brothers Center for Photography/Niels Ackermann/Lundi13
Tabloya navdar a hunermendê rûsî Îlya Repin ya bi navê "Îvanê Tirsnak û Kurê wî Îvan" berî ku galerî were girtin ji aliyê kesekî 37 ve rastî êrişekê hat. Tabloya tarîxî ji 3 cihên xwe zirar dît.

‘TABLOYÊ JI 3 CIHÊN XWE ZIRAR DÎT, ÇARÇOVEYA WÊ YA ORÎJÎNAL ŞIKEST'

Rayedarên galeriyê derbarê bûyerê de daxuyaniyek dan, "di êrişa li dijî tabloyê de, tabloyê ji 3 cihên xwe zirar dît, çarçoveya wê ya orîjînal şikest. Baş e ku rûyê Îvanê Tirsna û kurê wî zirar nedîtiye."

Hat diyarkirin ku êrîşkarê tabloyê bi hinceta ku tablo "rastiyên tarîxî nîşan nade" êrişeke wiha pêk aniye. Heman tablo berê jî bi heman hincetê rastî êrişekê hatibû.

Hêjayî gotinê ye ku tabloya "Îvanê Tirsnak û Kurê wî Îvan" yek ji tabloyên herî navdar a Îlya Repin (1844-1930) e. Tablo bi navê "Îvanê Tirsnak Kurê Xwe Dikuje" jî tê naskirin. Di tabloyê dema ku Çarê ewil ê rûsî Îvanê Çaremîn piştî krîzeke hêrsê bi gopalê xwe li cênîka kurê xwe xistiye û kurê wî yê li ber mirinê, tê xuyakirin. Di tabloyê de tundûtujî, poşmanî û ezaba bavî û îfadeya aram a kurî ku dawî li jiyana wî tê, hatiye nîgarkirin.

Bi heman mijarî:

Bi wêne pêşangeha peykerên hesinî ya Saediyan li Stenbolê
Ji Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê bijarteyek
Ji Jamanakê ta Nûbiharê: Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê
Pêşangeha Pirtûkan li Stenbolê vebû
Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ji nû ve dest pê kir
Mihrîcana Çandên Stenbolê hat lidarxistin
Mihrîcana Şanoyê li ser Keleha Hewlêrê hat destpêkirin
22yemîn Mihrîcana Helbesta kurdî li Sûriyeyê hate li dar xistin
Etîketan:
Vandalizm, Tablo, Ivanê Tirsnak, Çand û Huner, Huner, êrîş, Îlya repin, Moskowa, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de