13:29 23 Hezîran 2018
salona sînema

Bi tenê kesekî li wî fîlmî temaşe kir, fîlm rekor şikand

© Sputnik / vejdi uluç
Çand û Hûner
Lînkê kurt
0 10

Fîlmê tirkî ê bi navê ‘3 Vakte Kadar' (Heta Wextekî) di 3 rojên ewil ên vîzyonê de bi tenê ji aliyê kesekî ve hat temaşekirin. Fîlmî bi vî awayekî rekoreke balkêş şikand.

Li gorî nûçeyên medya tirkî di 3 rojên ewil de bi tenê kesekî li fîlmê Heta Wextekî temaşe kir. Di wî fîlmî de keça stranbêjê tirk Selamî Şahin, Merve Irem Şahin û fenomenên medyaya civakî Koksal Baba û Doga Konakoglu weke lîstikvan cih digrin. Fîlm bi wê biletê bi tevahî 15 lireyên tirkî hasilat qezenç kir.

Li gorî amarên Box Officeyê li fîlmê Heta Wextekî ku li 43 salonên sînemayê tê nîşandan di 3 rojên ewil de tenê kesekî temaşe kir. Fîlmê navborî ji ber bi vê yekê li ser medyaya civakî bû cihê nîqaşan. Gelek kesan gotin, "Me fîlm kişanibûya dê zêdetir bihata temaşekirin", Bikarhînerekî din ê medyaya civakî jî diyar kir ku "Ger nas û dostên leyîstikvanên fîlmî biçûya jî dibû. Aya qet heskerên we tine ne?"

Bi van amaran fîlmê Heta Wextekî bi gîşeya xwe ya yekkesî di dîroka sînemaya tirkî de rekoreke nû şikand.

Ji aliyê din ve Box Office Tirkiye derbarê gîşeya fîlmî de daxuyaniyek da, "Hejmara temaşevanên fîlmî weke kesekî hatiye eşkerekirin ku ev yek hejmareke sembolîk e. Ji ber ku çêker û belavkarên filmî hejmara temaşevanan eşkere nekirin weke 1 kesî hatiye ragihandin."

Bi heman mijarî:

Piştî 35 salan li Erebistana Siûdî holên sînemayê vedibin: Dê jin û zilam bi hev re rûnên
Lîstikvana navdar ji bo siyasetê navberê dide sînemayê
'Ji bo miletekî bindest pêşveçûna sînemayê zahmet e'
Herî zêde li kîjan bajarê kurdan gel çû sînemayê?
2yem Mihrîcana Sînemayê ya Rojava û referandûma Herêma Kurdistanê
Festîvala Qamişloyê ya Sînemayê dest pê kir
Dê li Rostov-on-Donê maçên Kûpaya Cîhanê li ser dîwarê sînemaya Bolşoyê jî bêne nîşandan
Îro 57. Salvegera Şewata Sînemaya Amûdê ye
Dîmenên ji sînemaya Yilmaz Gûneyî ya li Êlihê mane
Etîketan:
Gîşe, Heta Wextekî, Fîlmê tirkî, fîlm, 3 Vakte Kadar, Box Office, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de