00:52 20 Hezîran 2018
Çalakiyeke alîgirên PKKê li Almanyayê bo azadkirina Abdullah Ocalan

Muzîkjenekî ingilîz stranek ji bo Ocalanî nivîsî

© AFP 2018 / Boris Roessler / dpa
Çand û Hûner
Lînkê kurt
0 30

Li gorî nûçeya Medya Haberê, muzîkjenekî ingilîzî bi navê Lee Brickley di bin bandora fikirên Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) yê zindankirî Abdullah Ocalanî de maye û stranek derbarê wî de û bi navê wî nivîsiye.

Brickleyê 30 salî strana xwe bi navê Ocalan derxistiye, tê de pesnê wî dide û behsa dîroka wî ji dema damezirandina PKKê, destpêka şerê çekdar di sala 84an,girtina wî li îtalya û Kenyayê dike û dibêje ku "bi destên veşartî yên CIAyê îxanet lê bû û wisa bo Tirkiyeyê hat radestkirin."

Muzîkjenê di strana xwe de dibêje ku "dibe gelek kes Ocalanî wek terorîst binasin lê ew ne wisa ye".

Li gorî nûçeyê, Brickley operaysona Tirkiyeyê li ser Efrînê şermezar dike û dibêje ku "parastina Kurdistanê peywira civaka navdewletî ye".

Brickley derbarê çawaniya nasîna Ocalanî de jî wiha dibêje: "Gava ku min pergalên siyasî vedikolandin, ez rastî konfederalîzma demokratîk hatim û fikirên Ocalanî bala min kişand."

 

Bi heman mijarî:

‘Diyaloga bi Ocalan re dê Tirkiyê rehet bike'
Ocalan: Bê şert û merc piştgiriya referanduma serxwebûnê dikim
Serdozgeriyê li ser îdiayên 'mirina Ocalan' daxuyanî da
Ji KCDê bo Ocalan banga hişyariyê
Kurdên Parîsê posterê Ocalan bi avahiya AFPê ve daleqandin
Onder: Em dixwazin fêrî rewşa tendurustiya Ocalan bibin
Etîketan:
PKK, Abdullah ocalan, Lee Brickley, Kenya, Îtalya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de