00:41 20 Hezîran 2018
Nizamedîn Ariç

Ariçî klîpa yekem a albûma nû parve kir: Dil ji min bir ahî dil

© Foto: FB
Çand û Hûner
Lînkê kurt
0 41

Hunermend û derhênerê kurd Nizamettin Ariç ê ku berî demekê albûma xwe nû ya bi navê Cegerxwîn derxistibû, yekem vîdeo-klîpa xwe ya bi navê "Dil ji min bir ahî dil" weşand.

Ariç berî niha derbarê albûma xwe ya nû de bi Sputnik Kurdistanê re axiftibû û diyar kiribû ku ji ber hunermend gelek mesref û kedê didin lê berdêla wê keda xwe nastînin, wî biryar daye ku albûma xwe li ser internetê bifiroşe.

Ev biryara Ariçî jî bû sedem e ku gelek kes nikaribin xwe bigihînin albûma wî.

Ariçî li ser kanala xwe ya Youtube vîdeklîpa xwe ya nû parve kir û hişyariyek nivîsî: Tenê ji nû ve parve kirina di YouTube da bi ser navên cûda QEDEXE YE


Bi heman mijarî:

Nizamedîn Ariç kilîbekê nû belav kir: "Ez zanim Kurdistanê wê çêbe"
Nizamettin Ariç: Divê em yekîtiya xwe saz bikin û Kurdistana xwe azad bikin
Etîketan:
stran, albûm, klîp, Cegerxwîn, Nizamettin Ariç
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de