05:38 21 Hezîran 2018
salona sînema

Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ji nû ve dest pê kir

© Sputnik / vejdi uluç
Çand û Hûner
Lînkê kurt
0 10

Mihrîcana ku bi piştgiriya Şaredariya Peyasê ya Amedê beriya niha pênc caan hatibû lidarxistin, piştî navberdayîna salekê bi boneya ku sînemager û sînemahez li hev bicivin bi dirûşmeya ‘fîlmê xwe bîne û were' dîsa hat li dar xistin.

Mihrîcana Belgefîlman a FilmAmedê ya ku ta niha 5 caran hatibû lidarxistin û ji çar aliyên Kurdistanê, Tirkiyê, Rojhilata Navîn û her wiha ji gelek bajarên cîhanê fîlm û derhêner tê de beşdar bûbûn piştî navberdayîna salekê bi dirûşmeya ‘Fîlmê xwe bîne û were' dîsa dest pê kir.

Îsal festival bi hevkariya Pale Huner, Ma Muzik, Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn Şanoya Bajar a Amedê tê lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye ku hevşaredarê navçeya Amedê ya Peyasê Mehmet Ali Aydin 6ê Berfanbara 2016an hatibû desteserkirin û 8ê Berfanbarê bo şaredariya Peyasê li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin. Aydin 12ê Berfanbarê bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê' hatibû girtin û paşê di 10ê Gulana 2017an de hatibû berdan. Festîvala ku piştgiriya Şaredariyê Peyasê dihate lidarxistin, di sala 2017an de nehat lidarxistin. Festîval piştî navberdayîna salekê dîsa hat lidarxistin û dê heta 27ê mehê bidome.

Tîma belgefîlman FilmAmedê da xuyakirin ku ji bo mihrîcanê 105 serîlêdan çêbûne lê feqet ji ber ku şert û merc rê nadin wan bi tenê ew dê bikaribin di 4 rojan de beşek ji wan belgefîlman bidin nîşandan.

Bi heman mijarî:

Mihrîcana Çandên Stenbolê hat lidarxistin
Mihrîcana Şanoyê li ser Keleha Hewlêrê hat destpêkirin
22yemîn Mihrîcana Helbesta kurdî li Sûriyeyê hate li dar xistin
2yem Mihrîcana Sînemayê ya Rojava û referandûma Herêma Kurdistanê
Derhênerê Kurd bû jurîyê Mihrîcana Emarcî ya Navnetewî
Etîketan:
Belgefîlm, Mihrîcana Belgefîlman, FilmAmed, Çand û Huner, Çand, Huner, Sînema, Mehmet Ali Aydin, Peyas, Amed, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de