20:57 22 Gulan 2018
    Qamışlo

    Zuhêr Hesîb layîqî xelata salê ya HRRKê hat dîtin

    © Sputnik / Hediye Levent
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) îro li bajarê Qamişlo xelata xwe ya yekem a îsal pêşkêşî doktorê Zanîngeha Şamê yê di hunerên ciwan de, Zuhêr Hesîb kir.

    Di konfranseke rojnamevanî de, HRRKê aşkere kir, ku ew xelata yekem a îsal didin hunermendê şêwekar Zuhêr Hesîb, ku bi qasî 1000 dolarî ye.

    Li gorî nûçeya Rûdawê Serokê rêxistina HRRKê, Ehmed Husêynî di bersiva pirsa, gelo hûn li ser çi bingehî xelat didin kesatiyan got: "Ji xwe pirsên hilbijartinê gelek caran tên kirin, ka mirov xelatê bide kî/ê. Bi rastî gelek mirov hêjayî xelatan in, ji wan xelatan mezintir û dewlemendtir. Li vê parzemînê gelek afirêner hene, dahêner hene, rojnameger hene, sînameger, helbestvan, nivîskar û şanoger, ku bi rastî dikarin roj bi roj şopa xwe di hundirê me û rihê me de û di xeyala me de bihêlin."

    Di bersiva pirsa, gelo we li ser vî esasî û ji ber kîjan karê wî, mamostayê Zanîngeha Şamê, Zuhêr Hesîb xelat kir, Huseynî got: "Weke pîvan me negot, ku şanoger be yan nivîskar be, me got kesekî/ê afirîner be. Zuhêr Hesîb, ku ez bi vê helkevtê ez pîrozbahiyê li wî dikim, kesekî wisa bû ku di rengên xwe de, di çavên xwe û temaşekirina xwe de, erê li Şamê bû lê me hest dikir ku bi me re ye, her çend rast e ku ew li Şamê jî bû. Hesîb di êşên me de bi me re bû, di merasima cenazeyên me de û di birînên me de bi me re bû."

    Huseynî demek berê ji Spûtnîk Kurdistanê re axivîbû û dabû xuyakirin ku "Dê atmosfera Festîvala HRRKê li ser pirsa Efrînê û trajediya xelkê Efrînê ve girêdayî be. Ji xwe dirûşmeya festîvalê jî ‘em hemû efrînî ne'. Sazî û dezgehên rewşenbîrên Kobanî vexwendî ne û her yek ji wan dê 3-4 deqîqeyan biaxivin, piştî wê dê daxuyaniya HRRKê were xwendin, xelat bêne dayîn û paşê jî wê berhem bêne xwendin û mûzîk were îcrakirin."

    Bi heman mijarî:

    HRRK bi dirûşma ‘Em hemû Efrînî ne' festîvala xwe ya 5emîn li Kobaniyê li dar dixe
    HRRK Meydana Naîm ya Reqa bi rengên xwe dinexşîne
    Helbestkarê kurd Abdulla Peşêw li ser Efrînê helbestek nivisî
    Helbestvan û nivîskarên cîhanê ji bo Efrînê îmze dan
    Nivîskar û helbestkarên Rojava operasyona li ser Efrînê ji Sputnik Kurdistanê re nirxandin
    Bienala Mêrdînê ya 4emîn bi temaya 'Ji peyvê û bi wêdetir' vebû
    Mihrîcana Çandên Stenbolê hat lidarxistin
    Mihrîcana Şanoyê li ser Keleha Hewlêrê hat destpêkirin
    2yem Mihrîcana Sînemayê ya Rojava û referandûma Herêma Kurdistanê
    Etîketan:
    Şêwelar, Çand û Huner, Xelat, Huner, Şêwekarî, HRRK, Zuhêr Hesîb, Ehemd Huseynî, Bakûrê Sûrîye, Qamilo, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de