11:18 24 Gulan 2018
    xewnê bêreng

    Yekem Fîlma Zazakî ya metrajdirêj 6 xelat stendin

    © Sputnik / Ekrem Altun
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 10

    Yekem fîlma metrajdirêj ya zazakî Hewno Bêreng(Xewnê Bêreng) li 29emîn Festivala Fîlman ya Enqerê di 6 hêlan de xelat wergirt.

    Fîlma bi navê Hewno Bêreng ku demeke beriyê hat kişandin wek yekemîn fîlma metrajdirêj ya Zazakî ket dîroka sînemageriya kurdî. Fîlma ku derhêneriya wê ji aliyê Mehmet Ali Konar ve hatiye kirinê, serpêhatiya zarokekî bi navê Mîrza vedibêje. Mîrza bûye şahidê bûyerên salên 90î yên li bajarên kurdan diqewimin û li ser derûniya wî bandoreke xerab dike. Mîrza dûre bi xortê bi navê Mir Ahmed re dibe heval û jiyana wî pêde pêde diguhere.

    Fîlma Hewno Bêreng di festîvala Enqerê de di van hêlan de xelatên baştirîn wergirt, xelata; baştirîn fîlm, baştirîn lîstikvanê alîkar, baştirîn senaryo(Mehmet Ali Konar), baştirîn dîmen, baştrîn muzîk û xelata SIADê ya fîlma herî baş.

    Bi heman mijarî:

    Fîlozofê fransî fîlma xwe ya bi navê Pêşmerge li navenda NY nîşan dide
    Etîketan:
    xewnê bêreng, zazakî, fîlm, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de