17:06 26 Gulan 2018
mihrîcan-Stenbol-çand

Mihrîcana Çandên Stenbolê hat lidarxistin

© Sputnik / Mevlut Oguz
Çand û Hûner
Lînkê kurt
Mevlut Oguz
0 20

Mihrîcana Çandên Stenbolê li Santralistanbulê dest pê kir. Di çarçoveya mihrîcanê de çalakiyên cûr bi cûr ên weke pêşandanên fîlm û belgefîlman, gotûbêjên pirtûkan, atolyeyên ziman û folklorê, konser û şevbêrka dengbêjan were lidarxistin.

Mihrîcan bi pêşengiya Zanîngeha Istanbul Bilgiyê û bi piştgiriya Balyozxaneya Swêdê li Stenbolê, Weqfa Anadolu Kultur û Açik Toplumê di çarçoveya Projeya Pêşvebirin û Zexmkirina Kapasîteya Aktorên Civaka Sivîl ya Pirzimanî li Stenbolê weke bernameya bidawîkirinê li Santralistanbulê tê lidarxistin û dê heta roja yekşemê berdewam bike.

'DAM Û DEZGEHÊ KURDÎ JÎ DI ÇARÇOVEYA MIHRÎCANÊ DE STAND VEKIRIN'

Tevî dam û dezgehê kurdî ên weke Weqfa Ismail Beşikci, Komeleya Lêkolînên Kurdî, Rojnameya Dêrsîmê, Weşanên Dêrsîmê, Komeleya Ziwan û Kulturê Zazayan, Kovara Nûbihar û Barê dam û dezgehên çandên Stenbolê yên weke Komeleya Weqfên Cemaeta Rûman, Enstîtû û Komeleya Çanda Lazan, Komeleya Dostaniyê ya Kafkas Inguşan, Komeleya Çand û Hevgirtina Ermenan, Komeleya Çand û Hunerê ya Kafkasên Stenbolê, Komeleya Lêkolîn û Jiyandina Hemşînan HADIG jî beşdarî mîhrîcanê dibin.

  • mihrîcan-Stenbol-çand-3
    mihrîcan-Stenbol-çand-3
    © Sputnik / Mevlut Oguz
  • mihrîcan-Stenbol-çand-2
    mihrîcan-Stenbol-çand-2
    © Sputnik / Mevlut Oguz
1 / 2
© Sputnik / Mevlut Oguz
mihrîcan-Stenbol-çand-3

Şêniyên stenbolî 28 û 29ê Nîsanê di navbera demjimêr 11.00 û 19.00an dikarin serdana standên dam û dezgehan ku di çarçoveya mihrîcanê de stand vekirine bikin.

 

Bi heman mijarî:

Ji Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê bijarteyek
Ji Jamanakê ta Nûbiharê: Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê
Pêşageha hunermendê kurd Mahmut Celayir li benda hunerhezan e
HRRK bi dirûşma ‘Em hemû Efrînî ne' festîvala xwe ya 5emîn li Kobaniyê li dar dixe
Serkeftiyên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî diyar bûn
‘Nameya Şîn’ xelata pêşbirka Arjen Arî wergirt
Ferzan Şêr: Ez nivîsên xwe li gor pergaleke ku jê re dibêm rexnenûsiya afirîner dinivîsim
Bahoz Baran: Edebiyata modern nikare bê folklorê hebe
Etîketan:
Mîhrican, Komeleya Ziwan û Kulturê Zazayan, Kovara Nûbihar, pêşengiya, Zanîngeha Istanbul Bilgiyê, Çand, Huner, SPûtnîk Kurdistan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de