17:43 23 Gulan 2018
    Camera

    Akademiya Yilmaz Guney tê damezrandin

    CC0
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Bodrûmê ya Muglayê bi mebesta bi bîranîna navê Yilmaz Guney û perwerdekirina hunermendên nû bi navê Yilmaz Guney akademiyekê tê avakirin.

    Xebata damezrandina akademiyê ji aliyê Muhammet Arslan vê tê şopandin. Arslan di salên 1970ê de di hêla asîstantî û derhinêriyê de bi Guney re tevê gelek xebatan bûye. Hat gotin ku di akademiyê de wê ji bo desrdayînê 15 heb sinif hebin. Di projeyê de ji bilê Arslan kesên wek Nihal İmbat, Zulfikar Sezer û Esra Arslan jî cih digirin.

    Di derbarê projê de Arslan van îfadeyan bi kar anî: Em ê cih bidin qabiliyetên ciwan û Yilmaz Guneyên nû perwerde bikin. Ez ji 15 saliya xwe ve li ba Guney bûm ez gelek tiştan jê hîmbûm, mixabin kesên wek Guney derneketin. Ew çanda ku Guney li pişt xwe hişt em dixwazim bidomînin. Tenê ne sînemaya wî em ê fikrên wî jî zindî bihêlên.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş li ser fîlmê Yilmaz Guney nivîsî
    Sînemaya Yilmaz Guney hat rûxadin
    Li Êlihê agir bi Sînemaya Yilmaz Guney ket
    Etîketan:
    akademisyen, sînemya yilmaz guney, bodrum
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de