08:01 25 Gulan 2018
    Swedish DJ-producer, Avicii

    DJyê navdar Avicii mirî hat dîtin

    © AP Photo / Amy Sussman/Invision
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 01

    DJ (Disk Jokey) û çêkerê navdar DJ Tim Bergling ê 28 salî jiyana xwe ji dest da. DJ Bergling bi navê xwe yê Avicii dihate naskirin.

    Menajerê Bergling Diana Baron ragihand ku DJyê navdar li paytexta Ummanê Maskatê mirî hatiye dîtin.

    DJyê navdar Avicii yê ku bi mûzîkjenên cîhanê ên weke Madonna, Coldplay, David Guetta û gelek mûzîkjenan re xebitî bû di 2016an de dest ji turneyan berdabû.

    DJyê navhatî du caran xelata MTVyê, carekê xelata mûzîkê ya Bilboardê stendibû û herwiha du caran jî bo xelata Grammyê weke namzet hatibû nîşandan.

    Herî dawî di sala 2010an de single a xwe ya bi navê Seek Bromance derxistibû û bi wê singileê li gelek welatên ewropayê demeke dirêj di rêzên pêşîn (HIT) de cih girtibû.

    Bi heman mijarî:

    Wezreta Çande û Ciwanan derbarê rawestandina weşana NRTyê de daxuyaniyek da
    Neteweyên Yekbûyî: Li Tirkiyeyê çand û malên kurdan tên tunekirin
    Li Stenbolê organîzasyoneke xwendekarên kurd a çand, huner û sosyalîzasyonê: Chalak Events
    ‘Çand û hûnera kurdî weke erdnîgarîya me bûye çar parçe'
    'Li Amedê çand, dîrok û xweza dê dibin avê de bimînin'
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de