'EM DÊ MUZEXANEYE HEVÇERX AVA BIKIN'
Guneştekin herwiha anî ziman ku ew dixwazin li Heskîfê muzexaneyeke hevçerx lê bikin û wiha axivî, "Heskîf di bîr û boçûnên me de cihekî xwe yê taybet heye. Dema fikra avakirina muzexaneyeke çêbû ewil mîmar Emre Erolat hat bîra min. Ez wisa difikirim ku hem em bi zimanê hev yê hunerî dizanin, hem heval û hogirê hev in û hem jî Erolat navekî gerdûnî ye lewra destwerdana wî ya li vê projeyê dê gelek bikêrhatî be. Û elbet ji bo muzexaneyeke arkeolojîk erdnîgarî jî mihîm e lê li cîhanê jî gelek muzaxane encex bi entegreyî hunera hevçerx bibin balkêştir dibin. Ji vî aliyî ve dema min behsa fikra avakirina muzexaneyeke hemdem kir, di serî de waliyê Batmanê û rayedarên bajêr elaqeyeke bal nîşan dan. Herhal em dê bi awayekî vê projeyê têxine meriyetê.
Zor ama anlamlı bir proje olacak… Herkesin desteği önemli. https://t.co/xySyPPOXdU
— Ahmet Güneştekin (@AhmetGunestekin) 10 Nisan 2018
'DÊ LI CEM MUZEXANEYA ARKEOLOJÎK MUZEXANEYEKE HEVÇERX JÎ WERE AVAKIRIN'
Waliyê Batmanê Ahmet Deniz jî têkildarî mijarê got, "Hevwelatiyê me Ahmet Guneştekin hunermendekî girîng e, mîmar Emre Erolat jî elbet. Muzexaneye ku dê li vir were avakirin dê nirxên Heskîfê bilind bike. Tevî muzexaneyeke arkolojîk em dixwzazin muzexaneyeke hunerên hevçerx jî ava bikin. Elbet em dê bi rêya Wezareta Çade û Geştyariyê piştgiriya vê projeyê bikin."
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)