04:53 21 Nîsan 2018
    Zarok li Zarokistanê bi kurdî perwerde didîtin

    Li Silêmaniyê hemû zimanên bîyanî li kreşan hatin qedexekirin

    © Sputnik /
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Rêveberiya Giştî ya Çavdêrî û Geşepêdana Civakî li Parêzgeha Silêmaniyê ragihand ku li hemû Dayingehên Zarokan (Kreş-Pêşdibistan) ên li nav sînorê parêzgeha Sîlêmaniyê hemû zimanên biyanî dê bêne qedexekirin.

    Li gor nivîsara Rêveberiya Giştî ya Çavdêrî û Geşepêdana Civakî li Parêzgeha Silêmaniyê ku kopiyeke wê ji peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê re hatiye şandin, ji îdareya wan dayingehan tê xwestin, tev zimanên bîyanî bihên qedexekirin û tenê zimanê kurdî ligel zarokan bê bikaranîn.

    ‘DIVÊ HEMÛ ÇALAKÎ Û BERNAME BI KURDÎ BIN'

    Rêveberiya Giştî ya Çavdêrî û Geşepêdana Civakî li Parêzgeha Silêmaniyê ji wan dayingehan dixwaze ku divê tev çalakiyên hunerî, perwerde û civakî jî bi zimanê kurdî bin û nabe hîç zimanekî biyanî bo van çalakiyan jî bê bikaranîn.

    Rêveberiya Giştî ya Çavdêrî û Geşepêdana Civakî li Parêzgeha Silêmaniyê ragihand ku li hemû Dayingehên Zarokan (Kreş-Pêşdibistan) ên li nav sînorê parêzgeha Sîlêmaniyê hemû zimanên biyanî dê bêne qedexekirin.
    © Foto : Parêzgeha Silêmaniyê
    Rêveberiya Giştî ya Çavdêrî û Geşepêdana Civakî li Parêzgeha Silêmaniyê ragihand ku li hemû Dayingehên Zarokan (Kreş-Pêşdibistan) ên li nav sînorê parêzgeha Sîlêmaniyê hemû zimanên biyanî dê bêne qedexekirin.

    JI BO QEDEXEYA ZIMANÊN BIYANÎ MEHEK DEM HAT DAYÎN

    Di beşeke din a nivîsarê de hatiye gotin, "Dema yek mehê bo wan kreşan heye bi taybetî ewên ku zimanên bîyanî ligel zarokan bikar tînin û pêwîste zimanê kurdî bikar bînin û tev zimanên bîyanî bên qedexekirin."

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê polîsan dest danî ser pasteya 'kesk û sor û zer' a ji HDPê re diçû
    PKK: Efrîn dilê Kurdistanê ye û ji dagirkeran re namîne
    Dozgerê amerîkî ji rayedarê bankeya Tirkiyê re 15 sal ceza xwest
    Hêzên Pêşmerge kengî vedigerin Kerkûkê?
    'Dibe ku Iraq li Sûriyeyê dest bi operasyonê bike'
    Vîdeoyeke balkêş ku ji we re ta bi derziyê ve dike
    Etîketan:
    Qedexeya zimanê biyanî li kreşan, Silêlmaniye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de