10:02 24 Nîsan 2018
    Konser- muzîk

    Orkestraya Flarmonî ya Kurdistana Îranê konserek li dar xist

    © Sputnik / Fethullah Ozmen
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Orkestraya Flarmonî ya Kurdistana Îranê li bajarê Sinyê konserek li dar xist û parêzgarê Kurdistana Îranê diyar kir ku ew ê budceyeke taybet vê orkestrayê terxan bikin.

    Li gorî ajansa Mehrê ya Îranê Orkestraya Flarmonî ya Kurdistana Îranê roja pêncşemê li bajarê Sine yê Kurdistanê konserek birêve bir. Herwisa di wê konserê de parêzgarê Kurdistana Îranê Behmen Mûradniya jî amade bû.

    Parêzgar Mûradniya di axaftina xwe ya li konserê de kêfxweşiya xwe anî ziman û ew orkestraya flarmoniyê pîroz kir û derbirî ku wekî parêzgariya Kurdistana Îranê ew ê ji bo vê orkestrayê budceyeke taybet terxan bikin.

    Parêzgarê Kurdistanê destnîşan kir ku piştevaniya wan ya ji bo kar û çalakiyên Orkestraya Flarmonî ya Kurdistanê wê her tim berdewam bike û got, ji bo wan dê 15 milyon tumenê Îranê were terxankirin.

    Bi heman mijarî:

    Hewlêrê daxwazek ji Kurdistana Îranê kir
    Dê li hemû bajarên Kurdistana Îranê sînema werin avakirin
    Partiyên Kurdistana Îranê ji bo hevkariyê biryareke nû girt
    Partiyên kurdî yên li Kurdistana Îranê nêzî hev dibin
    Dîmenên Hizba Demokratê Kurdistana Îranê
    5 partiyên Kurdistana Îranê li hev civiyan
    Etîketan:
    konser, Orkestraya Flarmonî ya Kurdistana Îranê, Parêzgarê Kurdistana Îranê, Behmen Mûrdniya, Kurdistana Îranê, Sine
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de