13:42 21 Hezîran 2018
Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê

Ji Jamanakê ta Nûbiharê: Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê

© Sputnik / Mevlut Oguz
Çand û Hûner
Lînkê kurt
Mevlut Oguz
0 101

Pêşangeha "Ji salên 1990î û heta îro Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê: Cîhana Nepen a ‘Yên din'" li Tutun Deposuya Stenbolê vebû. Di pêşangehê de ji kovar û rojnameyên çapemeniya Stenbolê nimûne têne nîşandan. Koordînatorê pêşangehê Prof. Bilmez diyar kir ku bi vê pêşangehê ew hewl didin bidin nîşandan ku li Stenbolê çiqas ziman, çand û jiyan hene.

Pêşangeh bi pêşengiya Zanîngeha Istanbul Bilgiyê û bi piştgiriya Balyozxaneya Swêdê li Stenbolê, Weqfa Anadolu Kultur û Açik Toplumê li Tutun Deposu ya li Tophane ya Stenbolê hat lidarxistin. Di pêşangehê de rojnameya herî kevn a Stenbolê Jamanak, El Amanser a bi zimanê Ladino, kovara hemşîniyan Gor, weşana çerkezan Jineps, rojnameya temendirêj Apoyevmatini, yekem kovara kurdî ya jinan a serdema nêz Roza û kovara kurdî ya ku çaryek asir weşanê dike Nûbihar jî tê de yelpazeke berfireh a pêşangehê heye.

Koordînatorê Pêşangehê Prof. Dr. Bulent Bilmez
© Sputnik / Mevlut Oguz
Koordînatorê Pêşangehê Prof. Dr. Bulent Bilmez

Koordinatorê pêşangehê û hîndekarê Zanîngeha Istanbul Bilgiyê Prof. Dr. Bulent Bilmez derbarê pêşangehê de ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî:

Bulent Bilmez: "Bi ya me lidarxistina vê pêşangehê girîng bû. Me dizanibû ku li Stenbolê gelek pêkhate û civakên cûda kovar an jî rojnameyan derdixin lê piraniya tirkan, misilmanên sunnî haya wan ji vê yekê tune bû. Çapemeniya Stenbolê tê gotin bes çapemeniya Stenbolê bi tenê ji tirkî û misilmanên sunnî pêk nayê; li vir gelek ziman, çand, çîn û jiyan hene. Me jî ji xwe re got wiha nabe, çapemeniya Stenbolê bi tenê ne ayîde alîyekî ye, ayîde gelek aliyan e. Lewra me got em bêne ligel hev lê ne ku weke tirkan an jî misilmanên sunî em bibêjin bi tenê em hene, em dibêjin ku hineke din jî hene. Me xwest ku em bibînin bê 'yên din' kî ne. Me xwest weşanên kurdî, cihûkî ango ibrî, çerkezî û herwiha weşanên din jî, giş bi alfabeyên xwe û jiyanên xwe derdikevin, bidine nasîn û xwendin.

‘KURDÎ JÎ DI NAV DE JI 10 ZIMANAN NIMÛNEYÊN WEŞANGERIYÊ TÊNE PÊŞANDAN'

Koordînatorê pêşangehê Bilmez da zanîn ku li Stenbolê bi gelek zimanan weşan tê kirin lê derfet çênebû ku derbarê hinekan de agahiyan wergirin û teqez dike ku kurdî jî di nav de ji 10 zimanan nimûneyên weşana ‘yên din' têne pêşandan.

‘EV PÊŞANGEH DESTPÊKEK E, PAŞÊ EM DIXWAZIN KARÊN BAŞTIR BIKIN'

Prof. Bilmez bilêv dike ku ev pêşangeh destpêkeke û elaqeyeke zêde bo pêşangehê heye û wiha pê de çû, "Beşdarbûn ne kêm e, zêde ye. Ez bi hemû beşdaran re ne axivîm lê yên ku bi wan re axivîm gişan pêşangeh ecibandin û anîne ziman ku me karekî baş kiriye. Ev yek cihê kêfxweşiyê ye lê berteka kesên ku rexne bikin girîng e. Di esasê xwe de ev (pêşangeh) destpêkek e, paşê em dixwazin karên baştir bikin."

'ME NEDZANÎ KU LI STENBOLÊ EVQAS KOVAR, ROJNAME, ÇAND, ZIMAN Û CÛREYÊN JIYANÊ HENE'

Mamoste Bilmez: "Dilê me hebû ku me zêdetir rojname û kovar bida nasîn, îro roj derfeta me çêbû ku em vana bidine nasîn. Yên ku îro hatine pêşangehê gotin ku me nedizanî ku li Stenbolê ewqas kovar, rojname, çand, ziman û cûreyên jiyanê hene. Yên ku îro hatin pêşangehê gotin ha çapemeniyê Stenbolê ne ne yekreng e cûre cûre û rengîn e. Yanî qesta me ji çapemeniya pirdeng ev e û ev (pêşangeh) destpêkek e."

‘HEMAN KARÎ DIKIN, PIRSGIRÊKA HEMÛYAN BI DEWLETÊ RE AN JÎ BI SERDESTAN RE HEYE LÊ HAYA WAN JI HEV TUNE YE'

Bilmez dibêje ku tiştên ku têne pêşandana zêdetir kurmancî ne lê ez vêya jî lê zêde bikim, ji 2015-16an û vir ve di (weşangeriya) kurmancî de kêmbûnek heye lê hêj ji zimanên din zêdetir e. Min gotibû ku ev destpêkek e, ligel ku li vir gelek cûreyên weşangeriyê hene piraniya wan ji hev agahdar nîn in. Bo nimûne li vir hindek nimûneyan dibînin, ji hev dipirsin ev çi ye, bi kîjan zimanî ye? Paşê dibînin ku bi Hemşînî ye an jî bi kurmancî, ermenkî. Wekî hun jî dizanin alfabeya ermenîyan gelek cuda ye. Roja ewil ev qewimîn. Rojên pêş dê bibêjin yaw çawa haya van ji van çê bû? Dema ku we li vîdeoyan temaşe kir, hun dê bibînin ku mijar(pirsgirêk) heman e, yekrengî ye. Dewlet yek e, polîtîkaya dewletê yek e, derd yek in lê haya tu kesî ji tu kesî tune ye. Hemû heman karî dikin, pirsgirêka hemûyan bi dewletê re ya jî bi serdestan re heye lê haya wan ji hev tune ye. Li vir hevdu dîtin, hev naskirin."

  • Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê
    Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê
    © Sputnik / Mevlut Oguz
  • Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê
    Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê
    © Sputnik / Mevlut Oguz
  • Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê
    Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê
    © Sputnik / Mevlut Oguz
1 / 3
© Sputnik / Mevlut Oguz
Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê

‘BI VÊ PÊŞANGEHÊ EM HEWIL DIDIN BIDINE NÎŞANDAN KU LI STENBOLÊ ÇIQAS ZIMAN, ÇAND Û JIYAN HENE'

Bilmez di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin, "Bi vê pêşangehê em hewil didin bidin nîşandan ku li Stenbolê çiqas ziman, çand û jiyan hene. Temen têra vêgotinê nake. Bi qasî ku em (li vir) dibînin zêdetir e. Ev civak (gel) hene? Hene Ev rojnameyan derdixin? Derdixin. Tişte ku em dixwazin bînine ziman ev e; birayê min ger haya we ji hev tune be, werin û hev binasin. Rojekê dema hun çûne pirtûkfiroşekî, hun ê di refikan de Gorê, Nûbiharê ûhwd. bibînin û hun dê bipirsin bê ev çi ne, çi nîn in, çawa dertên? Me jî wisa kir, me çû ji Suleyman Çevik an jî ji Ara Koçunyan pirsî, me go hun van kovar û rojnameyan çawa derdixin? Ji bo çapê pereyan ji ku dibînin? Derdê we çi ye? Em li vir, vana nîşan didin. Dema em çavdêriya van mirovên ku haya wan ji hev tune ye dikin, em serwext dibin ku derdê me heman e.

Hêjayî gotinê ye ku Pêşangeha Çapemeniya Pirzimanî ya Stenbolê heta 18ê Adarê li Tutun Deposu ya li Tophaneyê dikare bê dîtin.

 

 

Bi heman mijarî:

Nivîskar û helbestkarên Rojava operasyona li ser Efrînê ji Sputnik Kurdistanê re nirxandin
Helbestkarê kurd Abdulla Peşêw li ser Efrînê helbestek nivisî
Ferzan Şêr: Ez nivîsên xwe li gor pergaleke ku jê re dibêm rexnenûsiya afirîner dinivîsim
Ciwanmerd Kulek: Ji bo min her tişt dikare bibe mijara edebiyatê
Kawa Nemir: Wergera Ulysses mudaxaleyeke mezin e li sentaksa kurdî ya tekçûyî
Kawa Nemir: Em tenê behsa ezberên xwe dikin
Mezintirîn pirtûkxane li Mêrdînê vebû
Etîketan:
Medyaya Pirzimanî ya Stenbolê, Çogul Istanbul Medyasi, Rewşen, Ogni, Vate, Derwaze, Roza, Jamanak, Gor, Medyaya Stenbolê, Medyaya Pirzimanî, Art Fair, Pêşangeh, Kovar, Medya, Rojname, Nûbihar, Çapemenî, TutuN Deposu, Anadolu Kultur, Açik Toplum, Balyozxaneya Swêdê, Zanîngeha Bilgiyê, Spûtnîk Kurdistan, Bulent Bilmez, Istanbul, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de