19:16 20 Nîsan 2018
    Ahmet Celayir- Hesareg

    Pêşageha hunermendê kurd Mahmut Celayir li benda hunerhezan e

    © Sputnik / Mevlut Oguz
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    Mevlut Oguz
    0 50

    Pêşangeha hunermendê kurd Mahmut Celayir li C.A.M Galeriya li Çukurcumaya Stenbolê vebû û dê heta 3 ê adarê li benda hunerhezan be.

    Hunermend Mahmut Celayir piştî sê salan bi çaremîn pêşangeha xwe ya takekesî 'Hesareg'ê li Galeriya Hunerî ya C.A.Mê li dar dixe.

    Di pêşangehê de nîsbeten xebatên mezin ên ku ji kolaja kaxezên rojnameyan û boyaxa acrylic pêk tên têne nîşandan. Hunermendê di berhêmên xwe yên ku têne nîşandan de rakeşî û dijberiya îşiq, sî û sîberê; ronahî û tariyê, bi formên razber û herikbar hewil dide bibe vebêjerê hebûnwariya mirov û xwezayê

    Mahmut Celayir, Hesareg, Galeriya C.A.Mê
    © Sputnik / Mevlut Oguz
    Mahmut Celayir, Hesareg, Galeriya C.A.Mê

    Perçeyên rojnameyan ku di tabloyan de cih bi cih têne raçavkirin tevî bibîrxistina bîr û baweriyên kollektîf derfeta şopandina desttêwerdanên rojane jî dide mirovî.

    Pêşangeha Celayirî ya bi navê Hesareg heta 3ê Adarê rojên sêşem û şemiyê dikare were dîtin.

     

    Bi heman mijarî:

    Di festîvala sehafan de kitêbên kurdî balê dikşînin
    Li Amedê bi navê Loading mekanekî nû yê hunerê vebû
    Mezintirîn pirtûkxane li Mêrdînê vebû
    Ferzan Şêr: Ez nivîsên xwe li gor pergaleke ku jê re dibêm rexnenûsiya afirîner dinivîsim
    Kawa Nemir: Em tenê behsa ezberên xwe dikin
    Kawa Nemir: Wergera Ulysses mudaxaleyeke mezin e li sentaksa kurdî ya tekçûyî
    Ciwanmerd Kulek: Ji bo min her tişt dikare bibe mijara edebiyatê
    Etîketan:
    poêşangeha hunerî, hesareg, hunera kurdî, Huner, kurd, pêşangeh, çand û huner, kurdî, Ahmet Celayir, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de