17:17 25 Nîsan 2018
    pirtûk-kitêb-nivîskar

    Yekem bîbliyografyaya zazakî hat amadekirin

    © Sputnik / Fethullah Ozmen
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 10

    Yekem bîbliyografyaya zazakî ji aliyê xwendekarê lîsansa bilind a Zanîngeha Mardin Artukluyê Mutlu Can ve hat amadekirin. Bîbliyografyaya ku Can amadekiriye xebatên zazakî yên di navbera salên 1963 û 2017an dihundirîne.

    Li gorî nûçeya Gazete Duvarê kurdolog Mutlu Can diyar dike ku di xebata xwe de cih daye xebatên zazakî yê di navbera salên 1963 û 2017an de.

    Di yekemîn xebata bîbliyografîk a zazakî de ji hîkayetên zazakî heta bi metnên biyografîk, ji xebatên folklorîk heta metnên xebatên xwarinê û gelek cûreyên metnên serekê yên serîlêdanê bi zazakî di xebatê de cih girtine.

    Hêjayî gotinê ye ku di vê xebata bîbliyografik a ku weke teza masterê ji bo Zanîngeha Artukluyê hatiyê pêşkêşkirin de kunyeya 332 pirtûk, 5595 weşanên periyodîk, bi tevahî 6327 berhemên zazakî (dimilî) heye.

    Tê plankirin ku xebat di demek nêz de biweşe û were belavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê bi navê Loading mekanekî nû yê hunerê vebû
    Mezintirîn pirtûkxane li Mêrdînê vebû
    Etîketan:
    Tez, kurdolojî, Bibliyografyaya zazakî, Bibliyografya, dimilî, zazakî, Mutlu Can, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de