08:01 20 Nîsan 2018
    efrîn

    Hinek agahî li ser wan 8 deverên dîrokî yên li Efrînê tên bombebarankirin

    © AFP 2018 / Ahmad SHAFIA BILAL
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 03

    Birêveberê Şandeya Sûrî-Frensî ya Arkeolojîk li Bakurê Sûriyeyê Dr. Memûn Ebddulkerîm ji Sputnikê re ragihand ku bombebarankirina Tirkiyeyê, devera Eyn Darayê ya li Efrînê wêran kiriye û destnîşan kir ku girên dîrokî yên serdemên dîrokî yên berî mîladê bi temamî tên ruxandin û ne peyker û ne jî neqşeke saxlem li peristgeh û girê dîrokî mane.

    Ebdulkerîm diyar kir ku sê deverên dîrokî yên parastî li ser çiyayê Semanê hene û ew di lîsteya UNESCOyê de ne û niha xetera ruxîna wan heye, ji ber nêzîkî Efrînê ne ku niha bûye qada şerî.

    Herwiha Ebdulkerîmî destnîşan kir ku ev gundên dîrokî vedigerin serdemên romanî û bizensî, wek gundê Beradê yê li bakurê çiyayê Semanê ku ji bo xiristiyanên moraneyî xwedan cihekî taybet e.

    Ji aliyê din ve, Ebdulkerîmî teqez kir ku şerê leşkerî dê karesateke çandeyî li 8 deverên dîrokî pêk were ku hemû di lîsteya kelepûra cîhanê ya sala 2011an de ne û got, sê ji wan li çiyayê Semanê ku şer wir in û 5 li parêzgeha Idlibê ne û nêzîkî 40 cihên dîrokî li wan her 8 deveran hene û di lîsteya UNESCOyê de ne.

    Deverên dîrokî yên Efrînê
    © Sputnik / Waeel Hafian
    Deverên dîrokî yên Efrînê

    Devera Eyn Darayê ya dîrokî yek kîlometreyê li rojavayê gundê Eyn Darayê ya navçeya Şêrawayê ye û 6 kîlometreyan li başûrê Efrînê ye ku li ser rêya navbera Ezaz, Efrîn û Helebê ye.

    Deverên dîrokî yên Efrînê
    © Sputnik / Waeel Hafian
    Deverên dîrokî yên Efrînê

    Kavilên dîrokî û peristgeh li bajarî hene ku peykerên cûrbicûr ên ajalên bibask û yên sfeneksê hene ku dîroknas dibêjin wan tabloyeke dîtiye ku xwedawend Eştarê nîşan dide.

    Girê dîrokî ji du beşan pêk tê; başûrî, biçûk û kevin û bakurî mezin. Arkeolog dibêjin ku ew girê başûrî gundekî çandiniyê ye ku vedigere serdema Kevirî ya nû ye ku mirov berî 10 hezar salan li wir jiyane lê hîn jî vekolînên mezin lê nehatine kirin.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    YPG, amadehiya vekirina korîdora Efrîn û Kobanî dike
    YPGê derbarê şerên li Efrîn û Kobanê de daxuyanî da
    YPGê rêya navbera Efrîn û İdlibê kontrol kir
    Salih Muslim: Efrîn û Kobanî dê bigihên hev
    Li gorî MGKê, Efrîn jî di nav de her cihê ku YPG lê be hedefa meşru ye
    YPG: Êrişên çeteyan yên li ser Efrîn û Helebê didomin
    Artêşa tirk li Efrîn û Qereçoxê dide YPGê jî bersiv dide
    Etîketan:
    Heleb Ezaz, Tirkiye, Eyn Dara, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de