17:38 22 Nîsan 2018
    Ciwanek li internet cafeyê

    Rêzefîlmê kurdî yê Internetê ‘Zarên Me' dest bi weşanê kir

    © AP Photo / Rajesh Kumar Singh
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 10

    Rêzefîlmê bi navê 'Zarên Me' ku ji aliyê çend ciwanên kurd vê tê kişandin li ser înternetê dest bi weşanê kir. Rêzefîlmê ku behsSa serpêhatiyên ciwanên kurd li metropolan dike, derhêneriya wê Omer Kara dike.

    Li gorî nûçeya Rûdawê komek ciwanên ku li Stenbolê dijî bi navê Zarên me belgefîlmek kişadin û li ser înternetê bi awayekî bêpere balavkirin. Rêzefîlm li Stenbolê tê kişandin û behsa serpêhatiyên ciwanên kurd dike. Piştî weşandina beşa ewil a rêzefilmê li Weqfa Ismail Beşikçi panelek hate lidarxisitin.

    ‘JI HER HERÊMÊ LÎSTIKVANÊN ME HENE’

    Derhênêr filmî Omer Kara wiha behsa rêzefîlma xwe kir: "Ji her herêmê, ji Mêrdînê, ji Amedê, ji Bahdîna, ji Serhedê lîstikvanên me hene. Ew tên û her yek bi kurdiya herêma xwe qise dikin. Ew bi deme re hev famdikin. Yanê her çiqasî ew ji herêmên cûdabin jî, jiyaneke hevpar li vir diafirînin." Derhênerî û organîzasyona rêzefîlmê bi temamî ji aliyê heman ciwanan ve tê kirin. Rêzefîlma kurdî ya înternetê li benda piştgiriya televizyon û dewlemendên kurd e.

    ‘NEDIHIŞTIN EM LI HER DERÊ DÎMENAN BIKÊŞIN, LEWMA ME SENARYO GUHERAND'

    Lîstikvan Jiyan Kara got, "Tişta herî zehmet dema me dîmen dikişand, dewletê hemû prosedûr yeko yeko li ber me rêz dikir. Nedihiştin em li her derê bikêşin. Ji ber wê jî gelek caran em neçar man ku em senaryoyê biguhirin. Em dixwazin li ser înternetê bigihîjin milyonan. Em ketin nava vî karî û înşalla em cihê xwe li her qadê bigirin."

    Di rêzefîlmê de ciwanên ji bajarên kurdan ên cihê ku bo zankoyê têne Stenbolê, bi jiyan û pêwendiyên wan ên li gel vî bajarî dibin mêvan. Herwiha jiyana kurdên ku li vî bajarî ne jî tê ser ekranê

     

    Bi heman mijarî:

    Kawa Nemir: Em tenê behsa ezberên xwe dikin
    Ferzan Şêr: Ez nivîsên xwe li gor pergaleke ku jê re dibêm rexnenûsiya afirîner dinivîsim
    Fuara pirtûkan ya Stenbolê û ArtIst 2017 sibe dest pê dikin
    Li Amedê bi navê Loading mekanekî nû yê hunerê vebû
    Ciwanmerd Kulek: Ji bo min her tişt dikare bibe mijara edebiyatê
    Etîketan:
    internet, Çand, Kurdî, Rêzefilm, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de