12:12 25 Gulan 2018
    Jineşervaneke YPJê

    Belgefilmeke nû li ser şervanên kurd: Keçên Rojê

    © AFP 2018 / / Delil Souleiman
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 40

    Rojnamevana frensî Caroline Fourest ku belgefilman çêdike amadekariya çêkirina belgefilmekê derbarê şervanên jin ên kurd û xwebexşên navdewletî yên di nav wan de dike.

    Li gorî nûçeya malpera Variety, belgefilm li ser çîrokeka jina êzîdî Zarayê ye ku DAIŞê ew revandibû û ew kiribû kole. Zarayê karî xwe ji DAIŞê rizgar bike û bireve ku piştî wê tev li yekîneyekê kurdî bûye ku ji jinên seranserê cîhanê pêk tê.

    Zara di wê rêwîtiya xwe de bi jinên din ve hat girêdan ku yek ji wan Lina bû û li Zarayê xwedî derket, ya din jjî Kenzaya frensiya cezayirî bû, ya din jî oldar afrîkî-amerîkî Clarisse bû û herwiha frensiyeke îsraîl bi navê Yael bû.

    Fourestê kadsteke xurt amade kiriye ku ji lîstikvanên cîhanî û kurd yên navdar pêk tê.

    Li gorî nûçeyê, Dilan Gwyn, Camélia Jordana, Jasmine Trinca, Razane Jammal, Mark Ryder, Korkmaz Arslan, Nanna Blondell,  Amira Casar, Golshifteh Farahani dê di belgefilmê de bilîzin.

    Hêjayî gotinê ye ku lîstikvana îranî Golshifteh Farahaniyê li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyek parve kiriye ku tê de wek şervaneke kurd dixuyê û li ser wiha nivîsiye, "Keçên Rojê"

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê ji bo leşkerên Tirkiye yên li Sûriyeyê daxuyanî da
    Rûsya: Artêşa Sûriyeyê baregeha leşkerî ya Amerîkayê dorpêç kir
    ‘Piştî DAIŞê hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê bêwateye'
    Li Sûriyeyê 6 leşkerên Îranê hatin kuştin
    Etîketan:
    belgefilmê li ser YPJê, Şervanên jin ên kurd, DAIŞ, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de