17:24 24 Nîsan 2018
    amed-şano

    Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha çile aşkere kir

    © Foto : amedtiyatrofestivali.com
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 20

    Şanoya Bajêr a Amedê bernameya lîstikên xwe ya meha çile weşand. Bernameya saziyê di 5ê çile de bi pêşengeha wêneyan a Ercan Altuntaş ya bi navê ‘Sewta Li Gel Ba' destpê dike

    Şanoya Bajêr a Amedê bermaneya lîstikên meha çile weşand. Bernameya saziyê di 5ê çile de bi pêşengeha wêneyan a Ercan Altuntaş ya bi navê "Sewta Li Gel Ba" dest pê bike. Dê pêşangeh di tevahiya mehê de ji hunerhezan re vekirî binîn. Di çarçoveya bernameyê de wê lîstikên bi navê "Xwezgînî" û "Lîkûbêj" ên ku Şaliko Bêkes nivîsîne, dê lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê bi awayekî xwezayî pêşkêş bikin. Dîsa dê di nava mehê de her hefte lîstika zarokan ya "Sê Ezezok" bê pêşkêşkirin. Ji bilî van lîstikan, dê şanoyên ji derveyê Amedê bên dîsa wekî mehên borî li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê hunera xwe pêşkêş bikin. Dê lîstikvanên Teatra Yekta Hêvî bi lîstika "Heftûheyşta Du Kesan", lîstikvanên Seyyar Sahne bi lîstika "Bir Meşrutiyet Faciası Yahut Gündüzlerimiz" (Karesateke Meşrutiyetekê an jî Di Çaxê Rojê De) dê derkevin pêşberî temaşevanan.

    Bernameya meha Çile ya Şanoya Bajêr a Amedê:

    Bernameya meha Çile ya Şanoya Bajêr a Amedê
    © Foto : Şanoya Bajêr a Amedê
    Bernameya meha Çile ya Şanoya Bajêr a Amedê

    Bi heman mijarî:

    Şanogerên kurd di Roja Şanoya Cîhanê de: Şano hêvî ye em ê mezin bikin
    Îro salvegera 13emîn a wefata hunermendê şanoya bêdeng, Poladov e
    Putin plan dikir ku beşdarî şanoya Sefîrê di sala 1829an de hatiye kuştin temaşe bike
    Kurdî-Der û Şanoya Seyr–i Mesel jî hatin girtin
    Qayûmê, Midûriyeta Şanoya Bajar a Şaredariya Êlihê girt
    Etîketan:
    Jiyan, Huner, Çand, Çile, Şano, Bername, Şanoya Bajêr a Amedê, Ercan Altuntaş, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de