10:30 22 Hezîran 2018
Selim Yildiz

Belgefîlmê "Bîra Mi' Têtin" di 5emîn Festîvala Fîlman a Babelê de xelat stend

© Sputnik /
Çand û Hûner
Lînkê kurt
Fethullah Ozmen, Mevlut Oguz
0 51

Fîlmê Selim Yildiz yê bi navê "Bîra mi' Têtin" ku li ser komkujiya Roboskiyê, jiyana rojane û bazirganiya ser sînoran radiweste di 5emîn Festîvala Fîlma a Babelê de xelata ‘Diari Di Cineclup' stend.

Derhêner Yildiz ji Sputnik Kurdistanê re axivî û got, "Dema ku çîrokeke min (film) ji deverekê xelatekê bistîne ligel hemû kêmasiyan ez ji xwe re dibêjim ku bi herhal ez ji bin vî barî rabûme, ev yek min şad û bextewar dike."

'FÎLM LI SER KOMKUJIYA ROBOSKIYÊ, JIYANA ROJANE Û BAZIRGANIYA SER SÎNORAN E'

Yildiz diyar dike ku fîlm li ser komkujiya Roboskiyê, jiyana rojane û bazirganiya ser sînoran e û wiha axivî, "Malbatên Roboskiyê jî bi filmî û bi xelatê kêfxweş bûn. Ez bawer im ew ji me bêhtir dişopînin. Hindek caran ew bi xwe me agahdar dikin. Ev bû 6 sal. Bi malbatên li wir têkiliyên me xurt in. Lewra hemû bûyeran bi me re parve dikin. Em heman êş û azaran dikşînin lê bextewariyên me yên piçûk jî çêdibin elbet. Bo nimûne, em bi hevre ji piçûkên nûhatî re navan dibînin."

‘DIYALOG, NE TENÊ BELGEFÎLMEK E…"

Yildiz herwiha behsa projeya xwe ya nû kir û wisa axivî, "Kêşana belgefîlme me yê 3emîn Diyalog piştî 2 salan qediya. Diyalog, ne tenê belgefîlmek e. Çîroka min a ku her didome û dê bi mirina min re jî bi dawî nebe. Ji ber hindê ez naşêm ku ez ji Diyalogê re bejim fîlm. Ez wê weke êşa xwe, sancuya xwe, bêrîkirinên xwe, tirsên xwe ên niha û pêşerojê bi nav dikim. Ji xeynî 400 saet dîmenên ku me bi kamerayê tomarkirin du qetê wan li mêjiyê min hatine tomarkirin, lewma ew bi tenê ne belgefîlmek e û dê di demeke kurt de biecam nebe û neqede."

Hêjayî gotinê ye ku Fîlmê Bîra Mi' Têtin par di 27emîn Festîvala Filman a Enqerayê hatibû sansurkirin.

Bi heman mijarî:

‘Sînemayek bê Sînor' sernava Mîhrîcana Fîlman ya Amedê ye
Festîvala Fîlman ya Amedê dest pê kir
Peskov: "Bila amerîkî ji xwe re li fîlman temaşe bikin"
Şervanên YPGê beşdarî Festîvala Fîlman ya Venedîkê bûn
Saman Husênpûr bi 3 fîlman beşdarî Festîvala Atlasê dibe
Etîketan:
film, roboski, xelat, Bîra mi' Têtin, Selim Yildiz
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de