22:36 17 Kanûn 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    Belgefîlmê Pêşmerge di festîvala Amsterdamê de hat xelatkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di festîvala Belgefîlman a Navnetewî ya Amsterdamê (IDFA) de belgefîlmê derhêner Hogir Hirorî û Şînwar Kemal The Deminer (Paqijkarê Narincokan) xelata taybet ya juriyê stend.

    Di Festîvala Belgefîlman a ya Navnetewî ya Amsterdamê ya ku cara 30yemîn e tê lidarxistin de belgefîlmên ku xelat stendin diyar bûn.

    Festîvala navnetewî ya ku di 15 û 26 ê mijdarê tê lidarxistin de xelata baştirîn belgefîlma dirêj The Other Side of Everything (Ji her tiştî û bi wir de) a Mila Turajliç bidest xist.

    Di festîvala Belgefîlman a Amsterdamê (IDFA) de belgefîlmê The Deminer (Paqijkarê Narincokan) a ku dêrhêneriya wê Hogir Hirorî û Şînwar Kemal kirine xelata taybet ya juriyê stend.

    Di belgefîlmê The Deminer de bavê 8 zarokan Faxir ê ku di dema Sedam Huseyin de leşkeriyê dike derdikeve pêşberî me. Faxir bi dem û derfetên xwe yên kêm narincokan paqij dike. Jiyana wî nîsbetî jiyanên din ji rêze û besîd dixuyê lewra çendakî dem bi şûn de rojekê nigekî xwe winda dike. Faxir Ji 2014 an û vir ve ji bo Pêşmergeyan dest bi xebatê dike û vê carê jî kemîn û mayînên DAIŞê yên li derdora Mûsil û doraliyên wê paqik dike.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê bi navê Loading mekanekî nû yê hunerê vebû
    22yemîn Mihrîcana Helbesta kurdî li Sûriyeyê hate li dar xistin
    2yem Mihrîcana Sînemayê ya Rojava û referandûma Herêma Kurdistanê
    Derhênerê Kurd bû jurîyê Mihrîcana Emarcî ya Navnetewî
    Wê li Mêrdînê ‘Mihrîcana Navnetewî ya Bafirokan' bê lidarxistin
    Filmên ku wê di Mihrîcana Cannesê cih bigrin diyar bûn
    Serlêdanên bo Mihrîcana Filmê ya Amedê ya 2emîn dest pê kirin
    Etîketan:
    festîval, belgefîlm, xelat, Şînwar Kemal, Hogir Hiorî, Amsterdam
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de