22:41 17 Kanûn 2017
Zindî
    Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê

    Mezintirîn pirtûkxane li Mêrdînê vebû

    © Foto: artuklu.edu.tr
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    Mevlut Oguz
    0 60

    Li kampusa Zanîngeha Mardîn Artukluyê (MAU) pirtûkxaneyeke ku ji 100 hezarî zêdetir kitêb lê hene vebû. Pirtûkxane bi kapasîteya xwe mezintirîn pirtûkxaneya li bajarê kurdan yê Tirkiyeyê ye.

    Mezinahiya pirtûkxaneya ku li kampusa zanîngehê vebûye 11 hezar û 600 metrekare ye, 3 qat e û bi hemdem hezar kes dikare lê bixwîne. Li danegaha wê zêdetirî 100 hezarî pirtûk hene.

    Li gorî agahiyên ku Sputnikê bi dest xistine, li pirtûkxaneyê odeya komputeran, 7-8 odeyên civînê yên bi projeksiyon, 2 odeyên semînêran, kabîn ên xebatê, waneyên fonksiyonel, salona sînemayê, saloneke pêşandanê, muze û cafeyek jî lê mewcûd e.

    Xwendekarên Zanîngehê weke endam têne hesibandin. Herwiha her kesên ku bixwazin dikarin xwe li pirtûkxaneyê qeyd bikin û ji pirtûkxanayê û ji derfetên wê îstîfade bikin.

    SALONÊN XWENDINÊ ŞEV Û ROJ VEKIRÎ NE

    Hate ragihandin ku "Li pirtûkxaneyê ligel personelên teknîkî, pergalê amerîkî yanî pergalê refên vekirî û self-xizmet jî heye. Herwiha salonên xwendinê bi şev û roj vekirî ne."

    Xwendekarekî ji beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ji Sputnikê re axivî û got, "Ez doh çûmê pirtûkxaneyê û lê geriyam. Pirtûkxaneyeke gelek baş û hêja ye lê em bêriya mamosteyên xwe yên ku bi biryarnameya di hukmê qanûnê de (KHK) hatine bidûrxistin dikin, lewra ew pirtûkxaneyên zindî bûn."

    Bi heman mijarî:

    Weşangerên kurdî derbarê Tuyapê de çi difikirin?
    22yemîn Mihrîcana Helbesta kurdî li Sûriyeyê hate li dar xistin
    'Dewletê êrîşî bîra kurdan kiriye'
    Etîketan:
    Library, Kutupxane, Pirtûkxane, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de