13:40 18 Kanûn 2017
Zindî
    Beyonce - Stranbêja Amerîkî li Xelatên Grammy yên 59an

    Stranbêja ku herî zêde qezenc dike diyar bû

    © AP Photo/ Matt Sayles/Invision
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Stranbêja Amerîkî Beyonce Knowles wek stranbêja ku ji karê muzîkê herî zêde qezenc dike hat ragihandin.

    Kovara Forbes a Amerîkî ku cîhana karsaziya Amerîkayê dişopîne diyar kir ku di navbera 1ê Hezîrana 2016 — 1ê Hezîrana 2017an de bi dana baca 105 milyon dolaran Beyonce bûye stranbêja herî zêde pere qezenc dike.

    Di daxuyaniya kovara Forbesê de hat gotin, albûma ‘Lemonade' ya Nîsana 2016an a Beyonce ji aliyê hezkarên wê ve pir hatiye ecibandin û tenê ji gera ‘Formation World Tour' nêzîkî 250 milyon dolaran pere qezenc kiriye.

    Li gor Forbesê stranbêja Brîtanî Adele bi 69 milyon dolaran duyemîn stranbêja herî zêde qezenc dike ye, stranbêjê Amerîkî Taylor Swift jî li cîhanê sêyemîn stranbêjê xwedî qezenca zêde ye.

    Herwiha di rêza çaran de bi 42 milyon dolaran Celine Dion û di rêza pêncan de jî bi 38 milyon dolaran Jennifer Lopez heye.
    Stranbêjên navdar ên dinyayê Madonna, Lady Gaga, Selena Gomez û Ariana Grande neketin nav lîsteya 10 kesên herî zêde qezenc dikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Pasûr a Amedê qedexe hat rakirin
    Trump Koreya Bakur xiste lîsteya ‘welatên ku piştgiriya terorê dikin'
    Civîna Encumena Kerkûkê bo demeke nediyar hat paşxistin
    Barzanî: Dadgeha Federalî ne Destûrî ye, diviyabû li 2005an bê hilweşandin
    Ji bo FIFA 2018 a li St. Petersburgê, hezar jûrên din têne vekirin
    Diyaneta Tirkiyeyê derbasî modêla hevserokatiyê bû!
    Felah Mistefa: Şerekî nû li ber deriyê Iraqê ye
    Etîketan:
    Amerîka, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de