01:53 25 Hezîran 2018
Nadiya Murad

Kitêba Nadia Mûrad derket

© AFP 2018 / FREDERICK FLORIN
Çand û Hûner
Lînkê kurt
0 0 0

Aktivîsta kurd a êzidî ya ku ji destê DAIŞê rizgar bûbû, Nadiya Murad berî niha gotibû ezê bi pirtûkeke bi navê "Keça Dawî" derxînim ku tê de qala çîroka xwe ya dema di bin destê DAIŞê de vebêjim. Murad kitêba xwe niha derxist û serpêhatiyên xwe tê de vedibêje.

Murad a 24 salî kitêba xwe ya bi navê "Keça Dawî"- Çîroka esareta min û têkoşîna min a li hember DAIŞê" derxist. Murad di kitêbê serpêhatiyên xwe nivîsînê û dibêje ku ew ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirîn û firotin, dema ku hewl daye bireve jî rastî dest dirêjiya komî hatiye. Murad herwiha, rexneyê li cîranê xwe jî digre ku dema ew hatiye revandin, wan nehatiye ew xelas nekirine.

Nadiya Mûrad li Musilê, xwe di ser dîwarê hewşa xaniyê ku le dihate girtin re avêtibû û bazdabû û bi vî awayî ji destê DAIŞê xwe xelas kiribû. Paşê bi Amal Clooney ya parêzer ku hevsera lîstikvanê navdar George Clooneye hevnas kiribûn. Herwiha divê were gotin ku pêşgotina kitêbê ji aliyê Amal Clooney ve hatiye nivîsin.

Bi heman mijarî:

Serpehatiya keça Şingalî bi navê 'Keça dawî' dibe pirtûk
Nadiya Murad spasiya rêvebiriya Amerîkayê kir
Nadiya Muradê tîşortê Barcelonayê yê bi hejmara 10an li xwe kir
HSDê li Dêra Zorê 8 Kurdên Êzîdî rizgar kirin
Bi tena serê xwe 334 Êzîdî ji destê DAIŞê xelaskirin
Berdevkê Mîrê Şengalê: Di destê DAIŞê de 3400 keç û jinên êzîdî hene
Keçeke êzîdî li Mûsilê ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
Etîketan:
serpêhatî, firotin, kitêb, Nadiya Murad, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de