13:38 18 Kanûn 2017
Zindî
    Sahaf pirtûk - kitêb

    Di festîvala sehafan de kitêbên kurdî balê dikşînin

    © Sputnik/ Mevlut Oguz
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    Mevlut Oguz
    1130

    1emîn Festîvala Sehafan a Haydarpaşayê ya ku ji aliyê Komeleya Sehafên Beyogluyê ve tê li dar xistin û 40 sahafên Stenbolê beşdar dibin li Gara Haydarpaşaya Stenbolê sibe dest pê dike. Festîval dê heta 18ê mijdarê vekirîbe û li benda serdêran be.

    Tê payîn ku di serî de sehafên Kadikoy, Uskudar û Beyogluyê tevlî festîvalê bibin. Festîvala ku îsal 18ê mijdarê û 3ê berfanbarê tê li dar xistin de pirtûk û kovarên nadîr, pirtûkên destê duyemîn, rojname û nexşerêyên kevn, plak û efemera dê derkevine mezadê. Em weke Sputnik Kurdistanê bi Sehafan re axivîn.

    Ji Qelenderxane Sehaf Yusuf Beg diyar kir ku, "Xwendekarên dema me bêhtir meyla xwe li ser pirtûkên populer heye, lewra bo pirtûkên sehafiye elaqe kêm bûye. Di dema me de nifşên nû, nifşên ciwan zêde meyl û bala wan ne li ser xwendinê ye, meyla wan li ser dîtin û bihîztinê ye"

    ‘XWENDEKAR BERHEMÊN KURDÎ DIPIRSIN'

    Yusuf Beg bal dikşîne ser realiteya ku xwendin kêm bûye, bi giştî em naxwînin û wiha pê de çû, "Em naxwînin, nîsbetî demên berê xwendin gelek gelek kêm bûye. Lê ji hêla din ve hejmara wan kêm be jî hin lêkolîner û meraqdar hene ku li berhemên nadîr û sahafiye dipirsin. herwiha hejmara wan kêm be jî xwendekar berhemên kurdî dipirsin"

    ‘LI SEHAFÊ, ME REFEKÎ KITÊBÊN KURDÎ HEYE'

    Sahaf Ali Beg
    Sahaf Ali Beg

    Ji Kibrit Kitabevi sehaf Ali Bagi diyar kir di dema niha de mirov heçkû 24 saetan têne polîtîzekirin, gel enerjiya xwe bi polîtîkayê xerc dike û her ku diçe yên xwende kêm dibin û wiha axivî;

    "Bêhtir kitêbên ku endustiya çandê derdixe pêş û herwiha berhemên fantastîk û honaka zanistî bêhtir bala nifşên nû dikşînin. Ev jî hengeke edebiyatê ye elbet, mirov dikare van berheman weke mîtolojiyeke modern jî binav bike. Ji xeynî van berheman kesên ku li berhemên kevn ên 200-300sal berê, berhemên kurdî, osmanî û karamanî û rûsî filan dipirsin jî hene. Li dikana me ya sahafiye refekî me yê kurdî heye"

    Festîval dê di nava peronên trênên Gara dîrokî ya Haydarpaşayê de her roj saet 11.00an û heta 21.00an vekirî be û li benda serdêran be. Hêjayî gotinê ye ku kurdên xwendê yên li Stenbolê jî elaqeyê nîşanî festîvalên wiha  didin.

     

    Bi heman mijarî:

    Festîvala Qamişloyê ya Sînemayê dest pê kir
    Festîvala Cannesê filmê Pêşmerge nîşan dide
    Îsal ji bo Festîvala Çandî ya kurdan destûr hat dayîn
    Festîvala navnetewî ya şerabê destpê kir
    22yemîn Mihrîcana Helbesta kurdî li Sûriyeyê hate li dar xistin
    Etîketan:
    Efemera, Kovar, Pirtûk, Sahaf, Festîval, Komelaya Sahafên Beyogluyê, Haydarpaşa, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de