01:23 24 Gulan 2018
    UNESCO

    Kemançeya hunermendê kurd ê navdar ket lîsteya UNESCOyê

    © AP Photo / Jacques Brinon
    Çand û Hûner
    Lînkê kurt
    0 40

    Kemançeya destê kemanjenê navdar ê kurd Keyhan Kelhûr ket lîsteya rêxistina navdewletî UNECOyê.

    Hat ragihandin ku kemançeya destê kemanjenê navdar ê kurd Keyhan Kelhûrî wekî amûra mûzîka cîhanê û beşek ji çand û mîrata mirovahiyê hat nasîn û di lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê de cihê xwe girt.

    Li ser vê yekê aktorê kurd ê navdar Newîd Mihemedzade, ku heta niha bi dehan xelatên neteweyî û navdewletî wergirtine, got, "Ez pîrozbahiyê li Keyhan Kelhûr dikim ku kemançeya wî di lîsteya UNESCOyê de hat tomarkirin. Ev ji bo Kurd û Îranê cihê şanaziyê ye, bijî."

    Keyhan Kelhûrî muzîkjenekî navdar ê kurdên Îranê ye. Kelhûrî di 7 saliya xwe de dest bi muzîkê kir û ji 13 saliya xwe şûnde di Orkestraya Radyo û Televîzyon a Neteweyî ya Îranê de cih girt. Kelhûrî him di warê neteweyî de him jî di navdewletî de bi gelek hunermend û stranbêjên navdar re xebitî.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo hunermendê kurd 5 sal û 8 mehan cezaya zindanê hat xwestin
    Hunermendê kurd bû namzetê serokkomariya Îranê
    UNESCO hunermend esil-kurd wek hunermendê aştiyê bijart
    Hunermendê kurd Şahram Nazerî xelata 'çand û hunerê' wergirt
    Peykerê ku hunermendê kurd çêkiribû, ji ber bertekan hate rakirin
    Dayika hunermendê kurd Mihemed Şêxo çû ser dilovaniya xwe
    Etîketan:
    lîste, UNESCO, Hunermendê kurd, Keyhan Kelhûrî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de